Ji bo Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn

Duh li 10:40
RÛDAW
Nîşan Bakurê Kurdistanê Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê Berf û Baran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê ragihand ku tê pêşbînîkirin îro li 8 parêzgehan berf û baran û li 13 parêzgehan jî baran bibare.

Li gorî daxûyaniya Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê, îro li Amed, Qers, Meletî, Erzirom, Meletî û Wanê berf û baran û li jî li Riha û Dîlokê baran dibare.

Her wiha li çend herêmên Tirkiyeyê  pileya germê 3 heta 5 pile dadikeve.

Hişyarî hatiye dayîn ku li cihên bilind egera aşûtê heye û divê saziyên pêwendîdar tedbîrên pêwîst wergirin.

Li gorî pêşbîniya heman saziyê, ji roja duşemê û pê ve ji ber hewaya germ a ku ji Cezayirê tê li seranserê Tirkiyeyê 6 heta 7 pileyan germahî zêde dibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst