Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê ji bo 7 parêzgehên Bakurê Kurdistanê hişyariya barana gur û berfê da û got divê ji ber egera lehiyê tedbîrên pêwîst bên wergirtin.
Li gorî daxuyaniya Rêveberiya Giştî ya Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê tê texminkirin ku sibe li başûrê parêzgeha Mêrdînê, rojavayê Şirnexê û li seranserê parêzgehên Êlih, Sêrt, Bedlîs, Colemêrg û Wanê barana gur bibare.
Rêveberiya Giştî ya Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê her wiha da zanîn ku li wan devera egera lehiyê jî heye.
Ji aliyê din ve, saziyên peywendîdar hatin hişyarkirin ku ji bo egera lehiyê tedbîrên pewîst bên wergirtin û welatî li gorî wê tevgerin.
Her wiha hatiye ragihandin ku tê pêşbînîkirin ku heman rojê li başûrê parêzgeha Wanê, bakurê Colemêrgê û rojhilatê Şirnexê jî bi taybetî li cihên bilind berf bibare.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse