Til Temir: Ji ber topbarana Tirkiyeyê santrala elektrîkê ya navçeyê ji kar ket

05-01-2024
RÛDAW
Nîşan Til Temir Êrişên Tirkiyeyê Santrala Elektrîkê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Tirkiyeyê santrala elektrîkê ya li gundê Um el-Kêfê yê Til Temirê yê parêzgeha Heseke ya Rojavayê Kurdistanê topbaran kir û di encam de santral ji kar ket.

Li gorî çavkaniyên çavkaniyên xwecihî hêzên Tirkiyeyê îro gundê Um el-Kêfê yê li rojavayê bajarokê Til Temirê topbaran kir.

Di encama topbaranê de santrala elektrîkê ya navçeyê ji kar ket û bajarokê Til Temirê bê elektrîk maye.

Li aliyê din 1ê Kanûna Paşîna 2024an jî, hêzên Tirkiyeyê gundên Dada Ebdal û Mişêrfeyê yên bajarokê Zirganê yên Heseke topbaran kiribûn.

Tirkiyeyê piştî ku 22 û 23yê Kanûna Pêşînê 12 leşkerên wê hatin kuştin, êrişên xwe yên li Rojavayê Kurdistanê zêde kirine.

Di van rojan dawî de Tirkiyeyê, nexweşxane, çapxane, navendên pîşesaziyê, kargehên zeytûnan, santralên petrol û elektrîkê û gelek deverên sivîl ên li Rojavayê Kurdistanê bombebaran kirin û ew der ji kar ketin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst