Rûdaw dibe endamê Chatham Houseyê

04-11-2023
RÛDAW
Nîşan Chatham House Tora Medyayî ya Rûdawê
A+ A-

Tora Medyayî ya Rûdawê bi kêfxweşî radigihîne ku ew wekî kompanyayeke hevpar a mezin êdî endamê Navenda Lêkolînê ya Chatham Houseyê ye.

Ev pêngaveke din a pêşveçûna Rûdawê ya ber bi berfirehkirina hevkariyên xwe yên navdewletî û hevahengiya cîhanî ya bi saziyên navdar ên cîhanê re ye.

Bi endambûna di Chatham Houseyê de wekî kompanyayeke hevpar a mezin, êdî destê Rûdawê digihe şarezayên navdar, lêkolîn û tora cîhanî ya serkirdeyan.

Ev hevbeşî wiha dike ku Rûdaw di romalên xwe yên girêdayî mijarên cîhanî de perspektîfeke berfirehtir û seranserîtir bide temaşevanên xwe. Bi vî awayî jî dê têgihîştineke berfireh a bîner, xwîner û guhdarên Rûdawê li ser bûyerên cîhanê çêbibe.

Endamtiya Rûdawê ya di Chatham Houseyê de, rê dide Rûdawê ku destê wê bi awayekî taybet bigihe semîner, konferans û helkeftan, xasma di çalakiyên Chatham Houseyê de yên ku ji aliyê dirustkerên biryaran, kesên akademî û profesyonel ve tên lidarxistin.

Ev çalakiyên li ser mijarên cîhanê gotûbêjên kûr, pevguhertina ramanan û pêşkêşkirina çareseriyên herî baş bi pêş dixin.

Rûdaw dixwaze bi berdewamî hevbeşiyên nû ji bo pêşvebirina karên xwe û her wiha hevahengiyeke watedar bi saziyên cîhanî re pêk bîne.

Di çarçoveya vê hevbeşiyê de, dê di demeke nêzîk de çend hevkarên Rûdawê beşdarî çalakiyên Chatham Houseyê dibin.

Tora Medyayî ya Rûdawê

4ê Çiriya Paşîna 2023yan

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst