Parêzer Kuçukoglu: Nayê zanîn gora Seîdê Kurdî li Ispartayê ye yan na

04-10-2022
Hêvîdar Zana
Hêvîdar Zana @hevidarzana1
Nurallah Kuçuk ragihand ku nayê zanîn gora Seîdê Kurdî  li Ispartayê ye yan na
Nurallah Kuçuk ragihand ku nayê zanîn gora Seîdê Kurdî li Ispartayê ye yan na
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Yek ji parêzerên doza derbarê eşkerekirina gora zana û kesayetê olî yê Bakurê Kurdistanê Seîdê Kurdî de Nurallah Kuçuk ragihand ku Nayê zanîn gora Seîdê Kurdî  li Ispartayê ye yan na.

Baroya Rihayê ragihand ji bo eşkerekirina gora zana û kesayetê olî yê Bakurê Kurdistanê Seîdê Kurdî serî li Dadgeha Mafên Mirov a Ewropayê (DMME) dane.

Serokê Baroya Rihayê Welat Îzol di derbarê vê mijarê de ji Rûdawê got, ji ber li hundirê Tirkiyê doza wan bê encam maye û daxwaza wan hatiye redkirin, wan serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê daye û eger belge û zanyariyên li ser cihê gora Seîdê Kurdî di arşîvên Tirkiyê de bêne eşkerekirin, dibe ku cihê gora wî bê dîtin.

Baroya Rihayê roja 26ê Îlonê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê daye û daxwaz kirine ku cihê gora Seîdê Kurdî were eşkerekirin. Baro, di daxuyaniya xwe de dibêje, di dema xwe de gora wî hatiye perçekirin û cenazayê wî hatiye revandin, kes nizane li ku ye.

Di serlêdanê de tê xwestin ku agahî û belgeyên ku di arşîvê de der barê cihê definkirina Seîdî Kurdî de hene bên parvekirin.

Baro di serlêdana xwe de dibêje ku Seîdî Kurdî ji gorê hatiye derxistin û birin cihekî nediyar û bi salan e cihê gora wî nayê zanîn.

Yek ji parêzerên dozê Nurullah Kuçukoglu beşdarî bultena Rûdawê bû û behsa naveroka dosyaya dozê kir.

Nurallah Kuçukoglu der barê pêvajoya dozê de agahî da û diyar kir ku wan ewil serî li Walîtiya Rihayê daye û xwestiye ku agahî û belgeyên têkildarî vekirina cihê definkirinê û windakirina cenaze bi wan re bê parvekirin, lê eger nikarin bikin, bila di derbarê revandina cenaze de berpirsyariya îdarî ya saziyan heye weke MÎT û Serfermandariya Giştî belgeya bixwazin.

Dadgeha Îdarî ya Rihayê doz red kir

Derbarê pêvajoya ku berdewam dike de Parêzer Kuçukoglu wiha got: “Walîtiyê bersiva me da û got ti belge di destê me de nînin, ger hûn bixwazin hûn dikarin serî li MÎT an jî Serfermandariya Giştî bidin. Me serî li Dadgeha Îdarî ya Rihayê da. Me daxwaza xwe ya ji bo betalkirina biryara walîtiyê dubare kir û me got bila walîtî ji  MÎT û Serokê Sererkaniyê bipirsî gora Sedî Kurdî li ku derê ye. Beriya her tiştî Dadgeha Îdareyê serlêdana me red kir. Ew jî bi hinceta ku Baroya Rihayê ne mîratgirê Seîdî Kurdî ye. Ji ber vê yekê hat gotin ku mafê me nîne ku em dozeke wiha vekin. Me daxwaza betalkirinê vê biryarê bir Dadgeha Îdarî ya Dîlokê. Dadgeha Îdarî ya Dîlokê biryara Dadgeha Îdarî ya Rihayê betal kir û biryar da ku baroyên jî weke kesan mafên wan heye ku ji ber binpêkirina mafên mirovan dozê vekin. Dadgeha Îdarî ya Rihayê diviyabû doz ji nû ve binirxanda, lê piştî lêkolîna dozê betal kir. Li ser vê yekê me biryar da ku em vê dozê bibin DMME.”

Şahidek îdîa dike ku dizane ew li ku ye

Necmettîn Şahîner ê 50 salî daye ser şopa Seîdê Kurdî, çûye ew serbazên ku gor vekirine û pîlotên ku bi balafirê hestiyên wî birine jî dîtine. Navên wan jî dibêje, kesek ji wan sax maye ku şahidiyê bike?” Kuçukoglu got: “Her çend Necmettîn Şahîner wiha dibêje, lê cihê definkirina wî nayê zanîn. Kes nizane gora Seîdê Kurdî li ku derê ye. Ne diyar e ka li Ispartayê ye yan na. Ji ber ku birayê wî Abdulmecîd Nûrsî bi xwe jî gotiye, 'Ez nizanim li ku ye, li ku hatiye veşartin; ji ber ku derdor tarî bû, me nedidît. Em dorpêç kirin. Em li baxçeyekî bûn. Me nizanibû em li ku ne.' Dema ku ev yek dibe, yên ku dibêjin 'ew li Ispartayê hatiye definkirin' vê ji ku tînin? Em nizanin ew li ku ye, em dixwazin bê eşkerekirin ku ew li ku hatiye veşartin. Ev di arşîvên dewletê de ne. Hikûmet dizane ku ew li ku derê hatiye veşartin. Ji ber vê yekê em dixwazin ku ew nîşan bide. Wendakirina cihên goran bi zîhniyeta Îttîhat û Terakkî dest pê dike. Ne tenê cihê definkirina Seîdê Nûrsî winda kirine, em nizanin Şêx Seîd û Seyît Riza li ku hatine veşartin. Ev siyaseta Komîteya Îttîhad û Terakkî ye.”

Kesayet û Zanayê Olî yê Kurd Bedîuzzeman Seîdê Kurdî, di sala 1878an de (navbera 5 kanûna paşîn - 12 adar) li parêzgeha  Bedlîsê, navçeya Xîzanê, li gundê Nûrsê ji dayik bûye. Xwendina  xwe ya  destpêkê  û navîn li Bakurê Kurdistanê temam kiriye. Di xortaniya xwe de xebatên welatperweriyê dike. Beşdarî Şerê cîhanî yê yekem dibe. Li Rûsyayê, dû salan dîl dimîne û paşê vedigere welat. Piştî vegerê , dest ji xebatên welatperweriyê berdide  û bi temamî dest bi karûbarên olî dike. Gelek caran tê girtin sirgûn kirin. Seîdê Kurdî di 23ê  Adara  1960ê de koça dawî kir. Di demekê de ku wê demê li seranserî Tirkiye û Bakurê Kurdistanê derbeya leşkerî ya 1960ê çêbibû,  di 12ê Temûza 1960ê de fermandarên leşkerî yên Tirkiyê bi biryarekê cenazeyê Seîdê Kurdî  ji gora wî derxistin û bi balafireke leşkerî  bo cihek nediyar birin ku heta niha jî nayê zanîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst