Li Zaxo 10 kes ji ber madeyên hişbir hatin girtin

04-05-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên ewlekariyê yên Zaxo di operasyonekê de, çend kes bi tohmeta bazirganîkirin û bikaranîna madeyên hişbir girtin û cihek li derveyî bajarê Zaxo jî têk dan ku bibû cihê bikaranîna madeyên hişbir.

Asayîşa Zaxo ragihand ku wan di operasyonekê de li nav bajêr çend kes girtine ku hem bazirgan û hem bikarberên madeyên hişbir bûne. 

Li gor daxuyaniya Asayîşa Zaxo, herweha dest bi ser madeyên ji corên , krîstal, mecûn, eroîn û heşîş de girtine û di vê operasyonê de dest bi ser hejmareke çekdan de jî girtine. 

Berî niha jî çend caran rûbirûbûna di navbera hêzên Emnî û Vê grûpê de derketibû ku cihek li derveyî bajarê Zaxo weke bingeh bo xwe bikar anîne. 

Li gorê zanyariyên destpêkê ku destê Rûdawê ketine, du kes di dema bikaranîna madeyên hişbir de girtine û yên din jî maddeyê alkolê bikar anîne.

Peyamnêrê Rûdawê jî da zanîn ku Asayîşa Zaxo operasyonek biriye ser şikeftên nêzî rûbarê Xabûr û di operasyonê de 10 kes hatine girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst