Dîwarên li ber Şaredariya Sirûcê hatin rakirin

04-04-2024
RÛDAW
Nîşan Şaredariya Sirûcê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hevserokên Şaredariya Sirûcê piştî mazbataya xwe stand, dîwarên beton ên ku 8 sal in li ber avahiya şaredariyê bûn rakirin.

Şaredariya Sirûcê ya ku Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) bi rêjeya ji sedî 57,21ê bi dest xist, di bin rêveberiya qeyûm de bû.

Dîwarên beton ên ku qeyûm berî 8 salan li ber avahiya şaredariyê danîbûn, hatin rakirin.

Hevserokên nû yên Şaredariya Sirûcê Muslum Baran û Ayten Kaya yên ku hatin hilbijartin îro mazbataya xwe ji Lijneya Hilbijartinan a Navçeyê stand.

Hevserokên ku mazbata stand çûn ber avahiya şaredariyê ya li Cadeya Akçakaleyê.

Hevserokan di daxuyaniya xwe de bi bîr xist ku wan di dema xebatên hilbijartinan de diyar kiriye ku heger şaredariyê bi dest bixin, çalakiya wan a yekem dê rakirina dîwarên beton ên li ber avahiya şaredariyê be.

Dîwarên beton ên li ber avahiya şaredariyê bi vîncê hatin rakirin û hevserokan zincîrê wan pê xistin.

Piştî rakirina dîwaran girseyê ku kom bûbû çepik lêxistin û govend gerandin.

Piştî ku dîwar hatin rakirin, hevserok çûn nav avahiya şaredariyê.

11ê Tebaxa 2016an û 16ê Çiriya Paşîna 2019an qeyûm li ser Şaredariya Sirûcê hatin danîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst