Mesrûr Barzanî li ser rêkeftina Hewlêr û Bexdayê: Em dikarin dest bi serdemeke nû bikin

04-04-2023
RÛDAW
Nîşan Mesrûr Barzanî Mihemed Şiya Sûdanî Petrola Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê derbarê rêkeftina navbera Hewlêr û Bexdayê de peyamek belav kir û tê de dibêje “Em dikarin serdemeke nû ya bawerî û hevkariyê bidin destpêkirin." Herweha Mesrûr Barzanî ji bo rol û piştevanîya wan a giring spasîya Serok Mesûd Barzanî û Nêçîrvan Barzanî jî kir.

Sebaret bi rêkeftina Hewlêr û Bexda bo hinardina petrola Herêma Kurdistanê ku îro sêşemê 04-04-2023 li Bexdayê hat îmzakirin, Serokwezîr Mesrûr Barzanî dibêje ev rêkeftin "dê bibe bingehek ji bo serdemeka nû ya hevkariya bihêz û berdewam di navbera Hewlêr û Bexdayê de".

Serokwezîr Mesrûr Barzanî got "Ev rêkeftin di xizmeta berjewendiyên hemû welat de ye û Herêma Kurdistanê jî di nav de ye. Em her du jî li ser wê yekê hemfikir in ku niha çarçoveyek me ji bo projeyasaya bûdceya federalî heye û dibe ku di demeke nêzîk de danûstandin li ser yasaya nû ya petrol û gazê ya federalî dest pê bikin."

Mesrûr Barzanî di beşeke din ya peyama xwe de wiha got “Pirsgirêk û astengiyên vê dawiyê yên li ser hinartina petrola Herêma Kurdistanê bandor li tevahiya welat kiriye; Lê ev peyman dê dahata pir hewce peyda bike. Helwesta me hertim ew bû ku em li gel Iraqê kar bikin ji bo gihiştina rêkeftinekê ku rêzê li mafên me di çarçoveya destûrê de bigire.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê got “Ji niha û pê ve têkiliya me ya bi Bexdayê re wê xurttir bibe û em dikarin serdemeke nû ya bawerî û hevkariyê bidin destpêkirin.”

Mesrûr Barzanî sapsiya Serok Mesûd Barzanî û Nîçîrvan Barzanî jî kir û got “Ez spasiya Cenabê Serok Mesûd Barzanî dikim ji ber rola wî ya girîng û piştevaniya wî ya berdewam, herwiha spasiya Serokê Herêma Kurdistanê Birêz Nêçîrvan Barzanî dikim ji ber piştevaniya wî.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst