Nêçîrvan Barzanî li ser rêkeftina di navbera Hewlêr û Bexdayê de peyamek belav kir

04-04-2023
RÛDAW
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Petrola Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziyê li rêkeftina navbera Hewlêr û Bexdayê ya li ser hinardekirina  petrola Herêma Kurdistanê kir û got "Herêma Kurdistanê her dem amade ye ji bo çareseriya bi diyalog û jihevtêgihiştinê li ser bingeha destûrê."

11 roj pîştî rawestandina hinartina petrola Herêma Kurdistanê ji ber biryara Dadgeha Navdewletî ya Navbeynkariyê ya Parîsê îro Sêşemê 04.04.2023an de Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî roja Sêşemê peymanek ji bo destpêkirina hinartina petrolê îmze kirin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li rêkeftina destpêkirina hinartina petrola Herêma Kurdistanê kir û dibêje “Ez rola birêz Serokwezîrê Iraqa Federal û birêz Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bilind dinirxînim ku karîn bi ruhekî erênî ji bo çareseriyê bigihin hevtêgihiştin û rêkeftinê. Destxweşiyê li wan dikim.”

Nêçîrvan Barzanî di beşeke din a peyam xwe de spasiya her du aliyan kir û got “Spas ji bo tîmên her du aliyan ku gotûbêjeke serkeftî bi rêvebirin ku berhema wê bû ev rêkeftin. Em hêvîdar in ku ew rêkeftin wek xwe bê cîbicî kirin û bibe destpêka çareserkirina pirsgirêkên din jî.”

Serokê Herêma Kurdistanê di peyama xwe de wiha berdewam kir “Em dupat dikin ku Herêma Kurdistanê, wek hertim, amadeye bi diyalog û li hevtêgihiştinê pirsgirêkan li ser esasê destûrê çareser bike ku di berjewendiya hemû Iraqê de ye û dibe sedema aramiya siyasî û aborî li welat.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst