Li Rihayê qeza: 4 kes mirin

04-03-2025
RÛDAW
Nîşan Riha Qeza Mirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Sirûcê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê du otomobîl li hev qelibîn û di encamê de 4 kes mirin.

Li ser rêya Riha-Dîlokê otomobîka ku şofêrê wê Zeynel Abîdîn Uçar (23) û otomobîla ku şofêrê wê Muslum Yilmaz (20) bû li hev qelibîn.

Li ser agahdarkirina kesên derdorê, tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê tesbît kir ku her du şofêr û Rejber Demîrkol (25) û Ercan Yilmazê (46) ku di otomobîlan de bûn mirine.

Parêzgarê Rihayê Hasan Şildak jî çû cihê qezayê û daxuyanî da.

Hasan Şildak diyar ku di qezayê de 4 kes mirine.

Tîmên tenduristiyê cenaze veguhastin morga Saziya Tiba Dadî ya Rihayê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst