Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Perwerdeyê ya Mûşê, bi hinceta ku li wê parêzgehê mamosteyekî Kurdî jî nîne, mafê staj û formasyonê yên xwendekarên Beşa Kurdî ya Zanîngeha Alparslanê ya Mûşê yên pola 4an asteng dike û nahele xwendekar staja xwe temam bikin.
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, zimanê Kurdî di her ast û qonaxê de rûbirûyî astengî û pirsgirêkan dibe.
Li Mûşê xwendekarên beşa Kurdî yên pola 4an ku divê staj û formasyona xwe wergirin, rûbirûyî astengiyan dibin.
Saziya Perwerdehiyê ya Mûşê rê nade ku xwendekar staj û formasyona xwe temam bikin.
“Em nikarin bibin mamoste”
Hinek xwendekarên Beşa Kurdî ya Zanîngeha Alparslanê ya Mûşê ku nexwest navê wan bê eşkerekirin ji Rûdawê re got:
“Em li pola 4an a beşa Kurdî dixwînin û divê wekî her beşeke din em jî sala dawiyê ya perwerdeyê biçin dibistanekê û li gel mamosteyan staj û formasyona mamostetiyê wergirin.
Lê Saziya Perwerdeyê ya Mûşê bi hinceta ku li Mûşê mamosteyê Kurdî nîne destûrê nade em staj û formasyona xwe temam bikin.
Dema em staj û formasyona xwe temam nekin em nikarin bibin mamoste yan jî divê em biçin li zanîngeheke din perwerdeya formasyonê wergirin.
Salên pêştir xwendekarên beşa Kurdî, li gel mamosteyên beşên din staj û formasyona xwe temam dikirin lê îsal ev hat astengkirin.”
"Îsal pirsgirêka xwendekarên me ya wergirtina staj û formasyonê heye"
Serokê Beşa Kurdî ya Zanîngeha Alparslan a Mûşê Şeyhmus Orkin derbarê mijarê de ji Rûdawê re got:
“Îsal pirsgirêka xwendekarên me ya wergirtina staj û formasyonê heye. Salên pêştir xwendekarên me li gel mamosteyên beşên din staj û formasyona xwe dikirin.
Ji bo çareserkirina pirsgirêkê em hewl didin û hevdîtinên me li gel Saziya Perwerdeyê ya Mûşê berdewam dikin.”
Li Bakurê Kurdistanê, li zanîngehên Mêrdîn, Mûş, Çewlîg û Dêrsimê beşên lîsansa Kurdî û masterê hene.
Li zanîngeha Wanê tenê mastera Kurdî û li zanîngehên Mêrdîn û Amedê doktoraya Kurdî jî heye.
Heta niha zêdeyî 2 hezar xwendekaran beşên Kurdî temam kirine lê tenê kêmtir ji 100 mamosteyî hatine tayînkirin.
50 ji wan mamosteyan meha Gulana 2023yan, beriya hilbijartinên 14ê Gulanê hatibûn tayînkirin.
35 wan ji bo beşa Kurmancî û 15 jin wan jî ji bo beşa Kirmanckî/Zazakî hatibûn tayînkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse