MÛŞ - Jinekê di 64 saliya xwe de dest bi zanîngehê kir

03-01-2024
RÛDAW
 Jinekê di temenê xwe yê 64 salî de dest bi zanîngehê kir / Wêne: Ji ber dîmenên AAyê
Jinekê di temenê xwe yê 64 salî de dest bi zanîngehê kir / Wêne: Ji ber dîmenên AAyê
Nîşan Mûş Zanîngeh Badîsabah Derdîyok
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Mûşê yê Bakurê Kurdistanê jinekê di 64 saliya xwe de dest bi xwendina zanîngehê kir.

Badîsabah Derdîyok ji Mûşê ye ye,  di zarotiyê de bavê wê nehiştiye biçe dibistanê û derfeta xwendinê bi destê wê neketiye.

Bi hêviya ku hevjînê wê vê daxwaza wê bi cih bîne di 15 saliya xwe de zewiciye lê dîsa jî negihîştiye miradê xwe.

Piştî ku zarok mezin kirine, malnişîn bûye û li malê bi tenê maye, xwestiye xeyala xwe bike rastî û berê xwe daye xwendinê.

“Min hewl dida ji baranê birevim lê rastî teyrokê hatim”

Xwendekara zanîngehê Badîsabah Derdîyokê got:

“Ez zewicîm. Dema min hewl dida ji baranê birevim rastî teyrokê hatim. Hevjînê min jî rê neda ku bixwînim.

Zarokên min mezin bûn û zewicîn. Ez jî malnişîn bûm û li malê bi tenê mam. Ez ji vê rewşê hez nakim û  perwerde hat bîra min.”

Badîsabah Derdîyok sala 2006an ji hevjîne xwe cuda bû û dest bi xwendinê  kir.

Qonaxên dibistana seretayî û amadehiyê temam kirin lê bi vê yekê jî ranewestiya.

Xwe ji bo ezmûnên zanîngehê amade kir û li  beşa rojnamegeriyê ya Zanîngeha Mûşê bi cih bû.

Niha li gel xwendekarên di temenê neviyên xwe de li heman polê guh dide mamosteyan.

Badîsabah Derdîyokê herwiha got:

“Min ji xwe re got 'Tu li benda çi yî?' û min navê xwe li Navenda Perwerdeya Gel tomar kir. Wê demê pirtûkên dersê dan min.

Wekî zarokeke ku pêlîstokekê nû werdigire kêfa min bi vê yekê hat. Min bi vê hestê dest bi xwendinê kir.

Min dibistana seretayî temam kir û piştre jî dibistana amadehiyê. Baweriyek li cem min çêbû û min got çima zanîngeh nebe û min li ser zanîngeha Mûşê lêkolîn kirin.

Min got belê ez dê ji bo ezmûna zanîngehê bixebitim. Ez salekê xebitîm. Hevaleke min hebû, ez fêrî matematîkê dikirim. Bi vî awayî li Zanîngeha Mûşê li beşa rojnamegeriyê bi cih bûm.”

Temenê xwendinê nîne

Badîsabah Derdîyok dayika sê zarokan e.

Li zanîngehê beşdarî kursên erbanê û neyê jî dibe û hefteyê 2 rojan diçe salona  werzişê.

Bi enerjiya xwe ji ciwanan re bûye mînak û dibêje temenê xwendinê nîne û xewna wê ew e piştî temamkirina zanîngehê bibe rojnamegereke serkeftî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst