Kilis: 47 koçberên Sûrî hatin dersînorkirin

03-12-2022
RÛDAW
Nîşan Kilis Vegerandina Koçberan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Kilisê ya Bakurê Kurdistanê 47 koçberên Sûrî hatin desteserkirin û derbarê bûyerê de 3 kes jî bi îdîaya veguhestina koçberan ji aliyê dadgehê ve hatin girtin.

Li gor agahiyan li navend û navçeya Elbeyli ser bi parêzgeha Kilisê tîmên girêdayî Fermandariya Cendermeyan a bajêr li ser sînorê Bakur û Rojavayê Kurdistanê di nav otomobîlan de 47 koçberên ji Sûriyê girtine. Her wiha 8 kes jî bi gumana “qaçaxçîtiya koçberan” hatin desteserkirin.

Piştî kar û barên yasayî 8 kesên desteserkirî bo dadgehê hatin şandin û ji wan 3 kes bir biryara dadgehê hatin girtin û 5 jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan. Li gor zanyariyên hatine belavkirin 47 koçberên hatine girtin jî piştî kar û barên diyarkirina nasname û pencemohrê bo nav axa Sûriyê hatine dersînorkirin.

Ev di demekê de ye ku zêdebûna hejmara koçberên Sûrî li Tirkiyê di rojevê de ye û desthilat vegera koçberên Sûriyê bo welatê wan wek projeyekê eşkere kiriye û vê projeyê cîbicîh dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst