Koalîsyon: Amerîka bi israr e ku Pêşmerge bibin hêzeke modern û profesyonel

03-07-2024
Nîşan Koalîsyon Amerîka Pêşmerge Piştgirî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarê Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Dijî DAIŞê (Koalîsyon) General Joel B. Vowell got, “Amerîka bi israr e ku Pêşmerge bibin hêzeke modern û profesyonel.”

Fermandarê Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Dijî DAIŞê (Koalîsyon) General Joel B. Vowell pirsên Rûdawê bersivandin.

Joel B. Vowell diyar kir ku reformên ji bo yekkirina Pêşmergeyan berdewam dikin lê di pêvajoyê de hinek pirsgirêk hene.

“Reform berdewam dikin”

Fermandarê Koalîsyonê diyar kir ku hinek aliyên siyasî li ber pêvajoya yekkirina Pêşmergeyan dibin asteng û got:

“Pêşmergeyan ber bi guherînê ve gavên girîng avêtin.

Reform berdewam dikin lê ji aliyê nûkirina hêza xwe û avakirina binyata xwe rastî astengiyên mezintir dibin.”

“Welatên Rojavayî Kurdistanê diparêzin”

Joel B. Vowell amaje pê kir ku nakokiyên siyasî li ber reforman dibin asteng û li pey çû:

“Welatên Rojavayî ji bo parastina ewlehiya Kurdistanê xwedî dîrokeke kevnar in.

Ji bo guherînên di kevneşopî û çandê de pêdivî bi demê heye.”

General Joel B. Vowell bi bîr anî ku li ser entegrasyona Pêşmergeyan di navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê de peymanek heye û dema wê heta 2026an e.

“Zehmet be jî em dikarin bi ser bikevin”

Fermandarê Koalîsyonê diyar kir ku Amerîka piştgiriyê dide yekkirina Pêşmergeyan û pê de çû:

“Hinek kêmasî hebin jî em ji bo entegrasyona Pêşmergeyan bi pêş ketin.

Ji bo em bigihin armanca xwe disîlpîn û înisîyatîv pêwîst in, zehmet be jî em dikarin bi ser bikevin.

Bipêşketina heta niha bandor li min kir, em dikarin bi pêgeheke bihêz bigihin vê armancê.”

“Amerîka piştgiriyeke xurt dide Pêşmergeyan”

Joel B. Vowell diyar kir, piştgiriya ku Amerîka dide Pêşmergeyan girîng e û berdewam kir:

“Amerîka piştgiriyeke xurt dide Pêşmergeyan çimkî hezeke profesyonel û yekbûyî ya Pêşmergeyan dikare aramiyeke baştir çêbike.

Em û şirîkên xwe yên Kurd wekî hêzeke hevpar alîkariyê didin aramî û ewlehiya vê herêmê û ev jî di berjewendiya hemû aliyan de ye.”

“Em piştgiriyê didin Îraqeke yekbûyî”

Joel B. Vowell pirsa, “Gelo Îraq dibe asteng ku Amerîka alîkariya leşkerî û çekan bide Pêşmergeyan?” wiha bersivand:

“Em piştgiriyê didin Îraqeke yekbûyî û aram, ji bo ku DAIŞ ji binî têk here em dê bi Hewlêr û Bexdayê re bixebitin.

Îraq welatekî serwer e û ew li ser biçekkirina hêzên xwe biryarê didin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst