“Çanda Jenosîdê: Habîtusa Çandî, Endezyariya Neteweyî û Dokseya Ayînî” navê pirtûkeke balkêş a Dr. Kazîwe Salih e ku bi zimanê Îngilîzî û ji aliyê weşanxaneyeke bi navûdeng a cîhanî ve hatiye weşandin.
Dr. Kazîwe ji Kanadayê bû mêvana Diyasporayê û bi rêya Skypeyê Hêmin Ebdulla hevpeyvînek bi wê re kiriye.
Naveroka hevpeyvînê:
Rudaw: Dr. Kazîwe ji Kanadayê mêvana Diyaspora ye, dixwazim zêdetir li ser pirtûka wê û karên wê yên din biaxivim, Kazî Yohan, du peyvên di pirtûka te de ji bo min bi rastî balkêş bûn, ji te re girîng e ku bi Kurdî jî wekî xwe bên danîn û neyên wergerandin ku belkî ji bo gelek kesan peyvên nû bin û kêmtir bihîstibin: "habîtus" û "dokse", dixwazim ji me re bibêjî mebesta te ji van her du peyvan çi ye? Çima tu dibêjî ku nayên wergerandin?
Dr. Kazîwe Salih: Gelekî spas Kak Hêmin, spas ji bo vê mêvandariyê, ev her du peyv peyvên sosyolojîst û fîlozofê sosyolojî yê Fransî "Pierre Bourdieu" ne ku wî bi xwe ji bo xwendina alî û çînên civakî çêkirine.
Min ew anîne nav lêkolîna jenosîdê û xwendina ji bo bi giştî eqlê siyasî yê Rojhilata Navîn û bi taybetî Ereb di pêvajoya jenosîdê de, peyva 'habîtus' hemû kiryar û reftar û têgihîştin û boçûnên ku biker derbarê dinyaya derdora xwe de dike ku bi rêya ezmûnên derbasbûyî, alî û hêlên civakî û çandî di xwe de şênber kirine, ji ber ku ji hêla giyanî û civakî ve habîtes bandorê li ser mirovan dike û her wiha mirov jî bandorê li ser habîtes dike.
Bi giştî ew faktorên ku 'habîtes' çêdikin, ew in ku wek mînak di nivîsîna Kurdî yan tewra di nivîsînên Rojhilata Navîn de rêze peyvên me hene û em wan rêz dikin, em dibêjin bandora civakî, çandî, siyasî, jîngehî, xwendin, malbat û hwd.
Habîtes van hemû û hemûyên ku di wê "hwd" de nehatine gotin, hemûyan li xwe digire û di heman demê de bi rêya xwendina 'habîtes'a mirov tu dikarî kiryarên bê yên takekes an civakekê bixwînî, ev yek ji wan têgihan e ku ez bi salan bi hêvî bûm ku têgihekê bibînim û êdî pêwîstiya min pê nebe ji ber ku ez kesek im ku baweriya min bi reş û spî nîne ku min hez dikir hemû aliyên ku bandorê li ser mirov û civaka wî dikin bixwînim.
Dema min peyva 'habîtes' dît wisa bû wekî ez hatime xelatkirin, ji ber ku êdî pêwîstiya min bi wê lîsteya dûr û dirêj nîne. Dikarim bibêjim habîtes, dokse, mebest ji dokse bîr û boçûn û prensîp û eqîdeyek e ku cihgirtî û berbelav e.
Pirsiyarkirin qebûl nake bi du armancan, yek ji wan bawer e ku xeta sor e û ew tişt eger şaş jî be her rast e, yek jî ji ber ku bûye beşek ji kesayetiya mirov, pê bawer e ku di jiyan û dîrokê de her wisa bûye û dê her wisa bibe û pêwîst e her bi wî awayî here.
Li gorî min, baş e ku ji bo Kurdî neyên wergerandin ji ber ku gelek peyv hene em di hemû zimanên cîhanê de wekî xwe bi kar tînin, ji ber ku peyvên latînî ne, wekî demokrasî, jenosîd, dogma û ji ber ku ez pir lê geriyayme û min peyveke temam nedîtiye, bi ya min çêtir e ku her wekî xwe bimîne.
Rudaw: Gelekî baş e, ev habîtes û dokse zelalkrineke akademîk a ciwan e ji bo mirov tê bigihêje mebest çi ye? Tiştê ku bala min kişand bi rastî ev yek ji wan tiştan e ku di dîroka me de gelek caran hincetan tînin ji bo kesên ku kiryarên jenosîdên Kurdistanê bûne, wekî bi kûrî lêkolîn li ser jenosîdên Başûrê Kurdistanê kiriye û ew e ku dibêjin ew memûr bûn, cîbicîkerên biryarê bûn, dibe ku berpirsyarî zêde nekeve ser milê wan lê hûn dibêjin ku ev ne rast e, divê têgihîştineke me ya nû ji bo wan jenosîdan hebe ku hatine serê me ji aliyê bikeran û yên ku bi cih anîne, çi kes bin, dixwazim li ser vê zêdetir ji min re biaxivî, çima tu dibêjî ev ne tenê cîbicîkerên biryaran in, leşkerek di artêşekê de ferman lê tê kirin divê fermanê bi cih bîne.
Dr. Kazîwe Salih: Belê ji ber ku min li civakê bi giştî mêze kiriye, bi rastî ji ber ku ew têgiha ku min çêkiriye ku navê wê çanda jenosîdê ye, piştrast bikim ku min ne tenê li civaka Erebî û civaka Îraqê nihêriye, min li civaka Almana berî holokostê nihêriye, min li civaka Afrîkî berî Rwandayê nihêriye, min li civaka Tirkiyê berî bûyera Ermeniyan nihêriye, di hemûyan de tiştek ji min re piştrast bûye ku çandek heye di nav wê civakê de bi rastî dubendiyê han dide û piştî dubendiyê jî tunekirina wê civakê han dide ku bila em bibêjin bûye hedef - ku bûye armanc - û gelek caran ew civak civaka hindikahiyê ye yan jî bi piranî bûye hindikahî, ne her car civak hindikahî ne.
Min ji bo xwendina vê meseleyê di nav dîroka Ereban de gengeşeya min ew e ku ne tenê bi dehan sal berî jidayikbûna Sedam Husên û damezrandina Partiya Baasê li Sûriye û Îraqê, tiştek heye ku jenosîda Kurd han dide, lê ez vegeriyame civaka seretayî ya Erebî û ji bo nav eşîrên wan û çanda eşîrên wan ku çawa çendîn eşîrên mezin, eşîrên biçûk ên Kurd di nav xwe de helandine ku ev jenosîd e, ez vegeriyame meseleyêa netewperweriyên Erebî ku netewperweriyeke li ser bingeha faşîstên nazî û her wiha ew faşîstê ku di nav Tirkan de di nava netewperweriya Tirkiyê de hebûye, ji vî aliyî ve jî bi heman awayî diyar bûye ku netewperweriya Erebî berî fermîbûnê gelek caran jenosîda çandî û jenosîda aliyê zimanê Kurdî kiriye lê ji 1921ê ve bi fermî netewperweriya Erebî bi belgeyên fermî biryar daye ku jenosîda çandî ya Kurdî bike.
Min li aliyê olî, li medyaya Erebî ya îro, li aliyê jiyarî û şaristaniya wan ku şaristaniyeke fiqhî ye û di rastiyê de şaristaniya fiqhî ligel 'şaristaniya Kurdan' gelekî cuda ye ku em şaristaniyeke pişt û stûndar û mirovahî ne, ji aliyekî din ve şaristaniyek e ku li ser bingeha Farsî ye, tişta ku min di van hemû faktoran de dîtiye, Ereban a ku zêdegavî kirine ji bo şaristanî û jiyana xwe ew e ku modeleke herî tundajo û tundrew daniye ser van faktorên ku hene û ku min qala hinekan ji wan kir, ev tundûtîjî, tundûtîjiyeke kujer e ku min navê wê daniye çanda jenosîdê, ev çand ji dema hebûna wan li herêmê li hember Kurdan û li hember neteweyên din ku hin ji wan bi zorê bûne hindikahî wekî Qiptî, Aşûrî, Kildanî û hemûyên din ku ne Ereb in an jî ne misilman in, ev kar li hember wan hatiye kirin, ji ber vê dema ev kar tê cîbicîkirin gengeşeya min ew e ku eger Sedam Husên jî nebe ev kar li hember Kurdan her tê kirin û ne şaş bim rewşa niha eşkere dike ku rast e Sedam hebe yan nebe komek tundûtîjiyên jenosîdane li hember Kurdan hatine û tên kirin.
Rudaw: Belê, wekî ku ez ji te fêm dikim a ku li gorî lêkolînên te ew jenosîda ku li Başûrê Kurdistanê, jenosîdên li Başûrê Kurdistanê hatine kirin, kesên ku jenosîd kirine çanda wan a jenosîdê hebûye, berê jî tiştekî kûrtir e ji wê ku nû hatibe peydakirin û jenosîda çandî jî li hember me hatiye kirin, hûn dibêjin ku bo nimûne rejîma Sedam Husên hilweşiya, jenosîd kir, Enfal, Kîmyabaran, yanî dîrokeke diyar e û li seranserê cîhanê tê zanîn bi rastî lê hûn dibêjin bi vê jenosîda li hemberî Kurdan, metirsiya jenosîda li hemberî Kurdan bi dawî nayê, nexwe çi bê kirin? Çi bê kirin ji bo ku Kurd careke din li Başûrê Kurdistanê jenosîd nebin? Hûn ji hêla akademîk ve gihîştine çi encamê di vî warî de?
Dr. Kazîwe Salih: Derbarê tiştê ku di vê pirtûkê de heye, min tenê li wan xalan mêze kiriye ku tiştek heye wer dike ku Ereb eger ne serkirdatî jî be xelkê asayî dê hîn jî Kurdan jenosîd bikin. Ev yek di vê pirtûkê de hatiye ronîkirin.
Tiştê ku maye derbarê wê yekê Kurd pêwîst e vê yekê gelekî baş bizanibin û çi li hember vê yekê bikin. Ev faktorên ku me behs kirin pêwîst e di pirtûka duyem de bin. Tiştê ku bi awayekî giştî wekî warê pisporiya min ku jenosîd e, xaleke me heye me gav jê re neavêtiye û ti civakeke ku jenosîd lê hatiye kirin, bi xerabtirîna wan jî ev xal piştguh nekiriye.
Ew jî ew e ku civaka piştî jenosîdê, piştî jenosîdê yekem hewl ku pêwîst e were dayîn ew e ku civak were têgihandin jenosîd çi ye. Van xalên ku bandor li wê jenosîdê kirine, traumayên jenosîdê li nav civakê were çareserkirin, ruhekî niştimanî tê de were çandin ku li gel şert û mercên piştî jenosîdê guncaw be, dîroka ku ew kirin qurbanî û bûn jenosîd û civakeke piştî jenosîdê were bilindkirin û pîrozkirin.
Me ev pêngav neavêtine. Min di sala 2000î de pirtûkeke temam a 120 rûpelî, 120 rûpel e, hevpeyvîn e, min behsa wê yekê kiriye çi were kirin lê ji ber ku ev pêngav nehatiye avêtin, mixabin her tiştê ku em bibêjin vala ye û ti tişt nayê kirin heya ku yekem tişt ev pêngav neyê avêtin.
Her civakeke ku jenosîd lê hatiye kirin û ev pêngav tê de nehatiye avêtin, çareseriya deriyên rabirdûyê nehatibe kirin, nirx û bihayekî neteweyî pê nehatibe dayîn ku ji hundir wekî mirovek şanaziyê pê bike û bibe "habîtes", li hember wê 'habîtes'a ku li hember wê hatiye kirin, mixabin ji hêla siyasî û civakî û çandî û şaristanî ve serketî nabe.
Heya ku em vê yekê nekin, ne şaş bim bi giringî nabînim careke din ku em vegerin ser wê yekê behsa wê yekê bikin em çi bikin.
Rûdaw: Baş e Dr. Kazîwe, bila em vegerin ser pirtûka te. Madem wisa ye pirtûka we yekem pirtûk e ji rêzepirtûkekê, ez dixwazim tu zanyariyê bidî me ku pirtûk çawa ye, li ku hatiye çapkirin, çawa tê bidestxistin û ew rêzepirtûka ku em behsa wê dikin, berhemên te yên din dê çawa bin? Xelk li Kurdistanê dibe pirs bike ez ê wê pirtûkê çawa bi dest bixim. Ez bawer im gelek kesên akademîk dûvre telefonê dikin, ji hêla germ a diyasporayê jî dipirsin em ê wê pirtûkê çawa li Kurdistanê bidest bixin?
Dr. Kazîwe Salih: Belê gelek caran ji min jî dipirsin, name jî ji min re tê gelek caran ji Facebookê. Berî ku ez bême bernameyê, ji min re hat gotin ku ji şeş hezar cihên cuda ve tê firotin, û li ser înternetê tê firotin. Amazon, 'Routledge' ku kompaniya wê belav kiriye, nirxê wê ji hemûyan kêmtir e, tewra cihên ku danîne jî. Ji ber ku pirtûkeke Îngilîzî ye li Rojhilata Navîn ez bawer nakim, nizanim bi rastî hene li pirtûkxaneyan yan na ez bawer nakim. Lê li hemû Rojavayê li pirtûkxaneyan bi dest dikeve û nusxeya wê ya dîjîtal jî heye ji bo xelkê li Kurdistanê ku bikarin bikirin.
Dawiyê ez hêvîdar im ku ew pirtûk û gelek pirtûkên niha dibe li Kurdî werin wergerandin, bi Kurdiyeke baş ji bo ku xwînerê Kurd sûdê jê bibîne. Herwiha li Erebî jî were wergerandin ji bo wan Erebên birêz ên ku bawer dikin ti niyeteke wan a xerab nîne.
Çunkî wekî me got 'habîtes' û 'doksa' hin caran dibe ku di derhişê de were cîbicîkirin. Ew dê ku bawer dike di derhişê de cîbicî dide bikaribe wê tişta ku min nav lê kiriye 'hûr-Sedam' di vê lêkolînê de, 'hûr-Sedam'ên nav malbatê û nav hundirê xwe bikujin.
Derbarî rêzeyan din ên vê pirtûkê, mixabin min dest pê nekiriye. Plana min wisa bû ku ez 2025 a duyem û 2026 a sêyem temam bikim. Lê ji bo vê armancê pêwîstiya min bi lêkolîna meydanî heye, pêwîstiya min bi wê yekê heye ji bo pirtûka duyem qet nebe du mehan li Kurdistanê bim ji bo ku lêkolîna meydanî bikim. Ji bo ku ez ya sêyem temam bikim li diyasporayê lêkolîna meydanî pê re bikim.
Çunkî a sêyemîn li ser wan kêşeyan e ku li diyasporayê em rûbirû dibin û bûye sedemê astengiyê ji hêla pêwendiyên me yên navneteweyî ve. Ji ber ku ez li welatekî dijîm Kanada mixabin ti fondeke wê ji bo lêkolînên Kurdî nîne û min tewra çîrok dinivîsand û xelat û padaşt werdigirt, ji wê demê ve ku min xwe da ser doza Kurd min yek dolar jî wernegirtiye û nikaribûye.
Ji ber wê min hîna nikaribûye dest pê bikim. Her çend ev di çanda dinyayê de dikeve ser wî welatî ku jenosîd kiriye ji bo hikûmeta Îraqê di van tiştan de berpirsiyar be û piştî hikûmeta Îraqê û hikûmeta Herêma Kurdistanê ne ku hikûmetên biyanî. Lê ez niha di gera li fondekê de me, hêvîdar im bikarim li welatekî fondekê bibînim û bikarim du pirtûkan cîbicî bikim. Wekî min got min hîn dest pê nekiriye û ji wê plana ku min danîbû paş de mame.
Rûdaw: Zor spas!
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse