Ciwanekî 20 salî yê ji Rojavayê Kurdistanê li Duhokê wenda ye

03-07-2023
RÛDAW
Nîşan Rojava Dêrik Duhok Mistefa Ednan Heyder Wenda
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ciwanekî 20 salî yê ji Rojavayê Kurdistanê ku nexweşê felca mejî yan jî şelela mejî pê re heye, ew 25 roj in li kampa Domîz 2 ku jê re Kampa Fayde jî tê gotin, wenda bûye.

Navê wî ciwanî Mistefa Ednan Heyder e û ji gundê Toramîşa yê Dêrikê ye û 20 salî ye.

Ew ji malbateke 7 kesî ye, tevî 2 birayên xwe yên din nexweşiya felca mejî bi wan re heye.

Ew 25 roj in Mistefa Ednan Heyder wenda bûye û kesek tiştekî li ser nizane, malbata wî bi riya Rûdawê daxwaza alîkariyê dike û bang dikin, kî çi li ser wî bizanibe wan agahdar bikin.

Ednan Heyder, bavê Mistefa ji Rûdawê re got, kurê wî di mejiyê xwe de ne temam e û gelek caran ji mal derdikeve û navegere mal û ew neçar dibin li wî bigerin.

Bi gotina bavê Mistefa, vê carê ew demeke dirêj e ku ji malê derketiye û heta niha nehatiye dîtin û ew bû 25 roj ku nevegeriyaye mal.

Ednan Heyder dibêje, wan hêzên ewlehiyê û aliyên pêwendîdar ên Duhokê ji bûyerê agahdar kirine û diyar kir, “weke her car gelek alîkar in û tişta ji destê wan tê dikin, lê hêj Mistefa nehatiye dîtin.”

Dayika Mistefa dibêje, sê zarokên min weke Mistefa ne, di mejiyên xwe de ne temam in. Dayika Mistefayê 20 salî herwiha ji ber wendabûna kurê xwe digirî û banga alîkariyê dike û dibêje: “Kezeba min şewitî...,Yên ku ew dîtibin welehî ez dê gelekî ji wan re duayan bikim. Xwedê cihê wan bike biheşt. Înşalah ku tiştek jê re çênebibe.”

 

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst