Li Rihayê pevçûna eşîran: 2 jê polîs gelek kes birîndar bûn

03-06-2022
RÛDAW
Nîşan Riha Kaniya Xezalan Pevçûna Eşîran
A+ A-

Hewler (Rûdaw) - Li navçeya Kaniya Xezalan a Rihayê ya Bakurê Kurdistanê ji ber nakokiyê erd di navbera eşîrên Hubeytî û Saramda de pevçûn derket. Di pevçûna navbera eşîran de dar, ber û kêr hatin bikaranîn û di encamê de 2 jê polîs gelek kes birîndar bûn.

Li navçeya Kaniya Xezalan a Rihayê li gor îdiayan di navbera eşîrên Hubeytî û Saramda de sedema erd pevçûn derket.

Di pevçûna ku nêzikî 200 kes tevlê bûne 2 jê polîs gelek kes birîndar bûn.

Herwiha ji bo ku polîs her du aliyan ji hev vegetîne gaza rondikrêj û guleyên plastîk bikaranîne û kesên ku di pevçûnê de birîndar bûne rakirin nexweşxaneyê.

Li aliyê din şaredarê Kaniya Xezalan Mehmet Yalçinkaya di derbarê mijarê de li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyaniyek belav kir û tê de got “Aşitî her tim bi xêrtir e. ev 2 roj in bûyerên ku em naxwazin pêk tên me pir xemgîn dikin.  Li navçeya me ya ku nasnavê wê Ensar e, tişta ku ji bi me dikeve jiyana di nav aşitî û biratî ye.  Di vî warî de ez bang li her du malbatên me yên hêja dikim ku bi sebir, bi berpirsyarî û bi aqilane tevbigerin.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst