Bi çekên giran êrişî HSDyê hat kirin: Mirî û birîndar hene

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan HSD Dêrezor
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Dêrezorê di êrişeke grûpên girêdayî Îranê de şervanekî HSDyê canê xwe ji dest da û yek jî birîndar bû.

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku Li bajarokê Sweydanê yê Dêrezorê grûpên herêmî yên girêdayî Îranê bi çekên otomatîk û RPGyan êrişî HSDyê kir.

SOHRê da zanîn ku di wê êrişê de şervanekî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) canê xwe ji dest da û şervanekî din jî birîndar bûye.

HSDyê şervanê xwe yê birîndar bir qada petrolê ya El-Omerê.

Her wiha SOHRê ragihand ku grûpên girêdayî Îranê li heman bajarî û heman demê de bi RPGyan êrişî xaleke leşkerî ya HSDyê kir.

Li aliyê din HSDyê jî wekî bersiv êrişî çeperên wan grûpan kir.

Heta niha HSDyê li ser van êrişan ti daxuyanî belav nekiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst