Waniyan dikanên xwe venekirin: Gelek polîsan dibin bajêr

03-04-2024
Nîşan Wan Dikan Protesto Abdullah Zeydan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Xelkê Wanê ji bo piştigrîdayîna Abdullah zeydan dikanên xwe venekirin.

Piştî ku li Wanê mafê Abdullah Zeydan ê şaredarbûnê hat betalkirin, li Wanê gelek protesto tên kirin.

Xelkê Wanê îro jî ji bo protestokirina vê biryarê dikanên xwe venekirin.

Hat ragihandin ku dê îro jî li navenda Wanê xwepêşandanek were kirin û dê hevserokên DEM Partiyê Tulay Hatîmogulları ve Tuncer Bakirhan jî tevî çalakiyê bibin.

Polîsan tînin Wanê

Li hêla din, polîsan berê sibehê bi ser gelek malan de girt û gelek kes desteser kirin.

Herwiha ji bajarên li derdorê gelek polîsan vediguhêzin navenda Wanê.

Ne tenê li Wanê, li sernaserê Bakurê Kurdistanê ji bo Abdullah Zeydan gelek protesto tên kirin.

Piştî ku xelk derket kolanan li Bedlîs, Wan û Colemêrgê qedexe hatin ragihandin.

Herwiha polîs li gelek cihan êrişî xelkê dikin.

Dimênên ku li Colemêrgê şkence li zarokekî tê kirin bûn rojev.

Çi bûbû?

31ê Adarê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hilbijartinên xwecihî hatin kirin.

Namzedê DEM Partiyê Abdullah Zeydan bi rêjeya ji sedî 55,48an bû serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê û DEM Partiyê her 14 şaredariyên Wanê standin.

Abdullah Zeydan dema ku parlamenterê HDPyê bû, sala 2016an hatibû girtin û bi Selahattîn Demîrtaş re zêdetirî 6 salan di Girtîgeha Edîrneyê de mabû.

Zeydan sala 2022yan hatibû berdanû  piştî ku ji girtîgehê derketibû bi biryara dadgehê qedexeya li ser mafên xwe rakiribû û li ber namzedbûna wî ti asteng nemabûn.

Derket holê ku Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê beriya hilbijartinan bi du rojan (29ê Adarê) îtirazî dadgehê kiriye û heman dadgehê jî ev biryara xwe betal kiriye.

Namzedê AK Partiyê Abdulahat Arvas jî li Wanê bi rêjeya ji sedî 27,15an bûbû duyem.

Lê Lijneya Hilbijartinan a Bajêr mazbataya şaredarbûnê da namzedê AK Partiyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst