Hevpeymaniya Azadî û Demokrasiyê: Em dê ji bo mafê rewa yê Kurdan bitêkoşin

03-04-2023
Abdulselam Akinci
Hevpeymaniya Azadî û Demokrasiyê: Em dê ji bo mafê rewa yê Kurdan bitêkoşin
Hevpeymaniya Azadî û Demokrasiyê: Em dê ji bo mafê rewa yê Kurdan bitêkoşin
Nîşan Hilbijartinên Tirkiyê Hevpeymaniya Azadî û Demokrasiyê
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê, Hevpeymaniya Azadî û Demokrasiyê a Kurd bi deklerasyonek hevpar helwesta xwe ya hilbijartinên 14ê Gulanê eşkerekirin.

Hevpeymaniya Azadî û Demokrasiyê ya Kurd ku ji 9 partî û komeleyên siyasî yên Kurdî pêk tê ji bo hilbijartinan banga dengdayîna ji bo Partiya Çep a Kesk kirin. Ji bo ragihandina deklerasyona Hevpeymaniya Azadî û Demokrasîyê;  Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Dmeokratîk (DBP) Saliha Aydenîz, Hevberdevka Partiya Çep a Kesk Çigdem Kiliçgun Uçar, Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar, Serokê Giştî yê Partiya Azadî Ayetullah Aşitî, ji Komeleya Şoreşgerên Demokratên Kurd (DDKD) Abdulhey Okumuş, Serokê Giştî yê Partiya Însan û Azadiyê (PÎA) Mehmet Kamaç, Serokê Giştî yê Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) Sînan Çîftyurek û Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Bayram Bozyel tevlî civîna Hevpeymaniya Azadî û Demokrasiyê ya Kurd bûn ku pêkhateyên wê tifaqê ne.

Deklarasyona hevpeymaniyê ji aliyê Serokê Giştî yê PSKê Bayram Bozyel û Hevseroka Partiya Heremên Demokratîk Salîha Aydenîz ve hatin xwendin. Di civînê de amaje bi wê yekê hate kirin ku ev gavek gelek mezin e, ji bo tifaqa netewî a Kurdan e ku dê hem di dema hilbijartinan de hem jî piştî hilbijartinan ji bo bidestxistina mafê rewa yê Kurdan bitêkoşin.

Serokê Giştî yê PSKê Bayram Bozyel got: “Hevpeymaniya Azadî û Demokrasiyê ya Kurd ji bo daxwazên mafdar û rewa ê jorîn di dema xebatên hilbijartinan de werin xurtkirin û firehkirin û piştî hilbijartinê ev daxwaz di asta kanûnî de bên qebûlkirin dê têkoşîna hevpar bidomîne.”

Di dîroka syaseta Kurdî de care yekem e ku tifaqek wiha berfireh ku ji komunîst, sosyalîst, oldar û çepgiran pêk tê hatiye avakirin. Hevpeymaniya Kurdî ji bo serokkomarîyê berbijêrek dernexistin. Her çendî heta niha bi awayek fermî nehatibe binavkirin jî,  tê gotin ku dê di hilbijartinên serokkomarîyê de piştgirîya  berbijêrê Hevpeymaniya Millet Kemal Kiliçdaroglû bikin, lê di hilbijartinên parlementeriyê de dê di bin banê Partîya Kesk a Çep de bikevin hilbijartinan.

Welatî Medenî Bakîoglu got: “Ev tifaqa ji bo gelê Kurd bibe tifaqa xêrê û yekîtî û azadîyê.”

Welatî Îhsan Înatçi jî got: “Ji bo gelê Kurd yekîtî ji nan û avê ferztir bûye. Bi her awayî.”

Welatî Celal Soysal jî dibêje: “Em nebin yek em ê herin yek bi yek. Gerek tifaqa me Kurdan bibe yek. Ji bilî vê çare û rêya me nîne.”

Welatî Qudret jî dibêje: “Di vê tifaqa Kurdan de ez dibêm bi rastî û biratî û bi yekitî em dikarin wan ewrên reş û tarî ji ser welatê xwe rakin û hizûr û aqûbet were welatê me.”

Di deklarasyonê de nehatiye eşkerekirin ku ji kîjan pêkhateyên tifaqê kê û çend kes dê bibin berbijêrê parlementerîyê. Lê li gorî berpirsên pêkhateyan ev yek jî dê di demek kin de ji raya giştîre were eşkerekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst