Partiya Saadetê: Pirsgirêka Kurdan tenê bi polîtîkayên ewlehiyê nayê çareserkirin

03-03-2025
RÛDAW
Nîşan Partiya Saadetê Pirsgirêka Kurdan Amed Pêvajoya Nû
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Saadetê ragihand ku pirsgirêka Kurdan pirsgirêkek gelekî kûr û dîrokî ye ku tenê bi polîtîkayên ewlehiyê nayê çareserkirin.

Rêxistina Amedê ya Partiya Saadetê derbarê pirsgirêka Kurdan û pêvajoya nû daxuyaniyek da.

Serokê Rêxistina Amedê ya Partiya Saadetê Abdurrahman Ergîn daxuyanî xwed.

Abdurrahman Ergîn ragihand ku divê pirsgirêka Kurdan li ser esasê aştî û biratiyê were çareserkirin.

Ergîn tekez kir ku pirsgirêka Kurdan pirsgirêkek pir kûr û dîrokî ye ku tenê bi polîtîkayên ewlehiyê nayê çareserkirin.

“Pirsgirêka Kurd ku yek ji meseleya herî girîng a Tirkiyeyê ye”

Daxuyaniya Partiya Saadetê wiha ye:

“Pirsgirêka Kurd ku yek ji meseleya herî girîng a Tirkiyeyê ye, encax bi çareseriyeke mayînde û berfireh, li ser esasê aştî û biratiyê dikare were çareserkirin.

Di demên dawî de nameya Abdullah Ocalan û nîqaşên di vê çarçoveyê de me careke din li ser aştiya civakî û pêşerojeke hevpar difikirîne.

“Divê pêvajo bi zelalî bê meşandin”

Em wekî Partiya Saadetê dixwazin ku ev pêvajo bi nêzîkatiyeke ji dil û zelal ku pêşî li lihevkirina civakî bigire, bê meşandin.

Pirsgirêka Kurdan pirsgirêkek pir kûr û dîrokî ye ku tenê bi polîtîkayên ewlehiyê nayê çareserkirin. Çareserî tenê li ser esasê maf, edalet û demokratîkbûnê pêkan e.

Her pêngaveke erênî ya îro be avêtin dê ne tenê heremekê, li tevahiya Tirkiyeyê bandorê bike û dê pêşeroja welatê me diyar bike.

Ji ber vê yekê divê gav ji bo wekhevrina civakî û baweriya gel bi cesaret bên avêtin.

Bêdengiya çekan û vekirina rê li ber têkoşîna siyasî destkeftiyek e ji bo hemû beşên civakêe.

 Pêvajoya ku îro tê niqaşkirin, li ser bangewaziyên ku PKK çekan berde û sazûmana xwe ya rêxistinî hilweşîne pêk tê.

“Rakirina tundiyê gaveke girîng e”

Rakirina tundiyê ji bo jiyana hevpar a aştiyane ya gelên me gaveke girîng e.

Lê belê divê neyê jibîrkirin ku aştî ne tenê bi fedakariya aliyekî, bi gavên ku pêbaweriyê pêk tînin pêkan e.

“Divê dewlet dest ji polîtîkayên înkar û asîmîlasyonê berde”

Di vê xalê de divê dewlet bi xeletiyên berê re rû bi rû bimîne, bêhiqûqiyê ji holê rake, dest ji polîtîkayên înkar û asîmîlasyonê berde.

Nasname, ziman, çanda Kurdan û mafê temsîliyeta siyasî divê bi makezagonê bê garantîkirin.

Divê dawî li polîtîkayên qeyyumê be û astengiyên li pêşiya tevlîbûna demokratîk bên rakirin.

Çareserkirina pirsgirêka Kurdan ne tenê bi reformên siyasî, her wiha bi gavên pêşketina aborî û civakî jî divê bên destekkirin.

Ji bo herêmê divê polîtîkayên teşwîqê yên berfireh bên pêşxistin, derfetên wekhev bên temînkirin û projeyên veberhênana aborî bên bicihanîn.

Çareserkirina pirsgirêkên bêkarî û xizaniyê yên li herêmên Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê ji bo aştiyeke mayînde gaveke girîng e.

Di vê çarçoveyê de pêwîst e dewlet ji bo gelên herêmê polîtîkayên civakî xurt bike û pêşengiya pêşketina aborî ya herêmê bike.

“Divê mafên nasnameyî û zimanî li gorî destûra bingehîn bê garantîkirin”

Em gavên ku ji bo serketinê di vê pêvajoyê de divê werin avêtin bi zelalî destnîşan dikin:

Beriya her tiştî divê astengiyên li ser azadiya fikr û ramanê bên rakirin û rêya axaftinê bê vekirin.

Divê mafên nasnameyî û zimanî li gorî destûra bingehîn bê garantîkirin, mafê bikaranîna zimanê zikmakî bê naskirin.

Divê di rêveberiyên herêmî de rêz li îradeya gel bê girtin û dest ji pratîka qeyûman bê girtin.

Divê bi neheqiyên berê re rû bi rû bimîne.

Divê projeyên hilberîna aborî yên ji bo herêmê bên bicihanîn û derfetên wekhev bên misogerkirin.

Li dijî planên emperyal ên ji bo aştî, diyalog, wekhevî, edalet, hevkarî, mafên mirovan, azadî û demokrasiya rasteqîn divê bi welat û gelên herêmê re pêvajoyeke muzakereya berfirehtir bê meşandin.

Divê rûmet û jiyana mirovan di ser her tiştî re bê girtin.

Pêwîste ev pêvajo bi awayekî zelal û berfireh bê meşandin.

Ev pêngav ne tenê ji bo aştî û aramiya gelê Kurd, ji bo hemû Tirkiyeyê pêwîst in.

“Aşitî ne tenê bêdengkirina çekan e”

Aşitî ne tenê bêdengkirina çekan e, di heman demê de avakirina nîzameke ku baweriya gel pê heye, edalet pêk were, maf û azadiyan bên garantîkirin e.

Îro Tirkiye li ber bendeke dîrokî ye. Çareseriya dawî ya pirsgirêka Kurd ji bo pêşeroja welatê me firsendeke mezin e.

Pêwîst e ev pêvajo nebe qurbana nîqaşên siyasî û bi têgihiştineke ku hemû beşên civakê hembêz dike bê birêvebirin.

Divê êdî Tirkiye ji bin siya teror, nakokî û dubendiyê derkeve û ber bi aştî, dewlemendî û pêşketinê ve biçe.

Weke Partiya Saadetê em ji bo avakirina nîzameke dadmend amade ne.

Em dê ji bo avakirina aştî, biratî û aramiya civakî berpirsyariya xwe bidomînin.

Em hêvîdar in ku ev pêvajo sûdmend be û em bang li hemû aliyan dikin ku bi aqilane û bi berpirsyarî tevbigerin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst