Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê CHPyê yê Amedê Sezgîn Tanrikulu got, "CHP ji sala 2011an ve dixwaze ku pirsgirêka Kurdan di bin banê parlamentoyê de bê çareserkirin."
Sezgîn Tanrikulu li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê derbarê rojevê de civîneke çapemeniyê saz kir.
Tanrikulu ragihand ku CHP piştgiriya pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurdan dike.
Her wiha Tanrikulu amaje bi pêjavoya berê jî kir û got “Pêvajoya sala 2015an mixabin hat têkbirin û bi xwîn dest pê kir û li gorî pêştir travmayên girantir çêbûn."
Parlamaneterê CHPyê Tanrikulu tekez kir ku divê pêvajo bi awayekî rast bê rêkxistin, şefaf be û dê kengî çi bê kirin lihevkirinek hebe.
"Pêvajo hat têkbirin, travmayên girantir çêbûn"
Parlamenterê CHPê yê Amedê Sezgin Tanrikulu li ser mijarê wiha axivi:
"Pêvajoya sala 2015an mixabin hat têkbirin. Di deh salên borî de di serî de Amed we dît ku çawa pêvajoyeke bi xwîn dest pê kir û li gorî pêştir travmayên girantir çêbûn.
Ji ber wê jî berdêla têkçûna van pêvajoyan di serî de ji bo mirovên li herêmê ango ji bo me her wextê giran bûye.
Ji ber wê jî hevdîtinên ku îro dest pê kirine eger dê bigihîjin qonaxekê, divê ev bi awayekî gelek rast bê rêkxistin, şefaf be û dê kengî çi bê kirin lihevkirinek hebe.
"Karesta ku derkeve holê bila ji yên pêştir girantir nebe"
Di encamê de karesta ku derkeve holê bila ji yên pêştir girantir nebe. Ez bi ezmûnên xwe yên berê ji navenda çandî û siyasî ya vê pirsgirêkê hişyariyê didim.
Wekî berpirsiyariyeke dîrokî careke din tînim ziman. Em wekî CHPyê heta niha ne di nav pêvajoya hevdîtinan de ne.
Serokê me yê giştî îro li Erdexanê ye û sibe li Qersê ye. Roja li Erziromê li sefera Rojhilatê Anadoluyê ye. Dibe ku Duşemê rêveberiya partiyê bicive.
Roja Sêşemê jî li parlamentoyê civîna koma partiya me heye. Em dê bi hev re van geşedana bişopînin.
“Divê destpêkê em xwedî agahî û zanyarî bin"
Lê serokê me yê giştî ragihand ku dê li gel pêvajoyeke vekirî ya li parlamentoyê be. Lê divê destpêkê em xwedî agahî û zanyarî bin.
Dewlet çi dike, pozîsyona AK Partiyê çiye û ji bo Tirkiye, demokratîkbûn û mafên bingehîn çi bername hene?
Dê pêvajo li gorî ajandaya partiyeke siyasî bi rê ve biçe an jî bi rastî dê pirsgirêka Kurdan a Tirkiyeyê ji derveyî ajandaya siyasî ya partiyan bikeve rêya çareseriyê.
Em dê di rojên pêş de bibînin. Lê ez vê yekê bibêjim; em ê erênî û alîgirê diyalogê bin û me di berjewendiya welatiyên xwe de helwestek wergirt û em ê werbigrin.
“Divê li Tirkiyeyê hebûna pirsgirêka Kurdan bê qebûlkirin"
Serokê me yê Giştî jî piştî 1ê Çiriya Pêşîn hem li parlamentoyê û hem jî li derveyî parlamentoyê ragihand ku divê li Tirkiyeyê hebûna pirsgirêka Kurdan bê qebûlkirin û ev mijar mijara wekhevî û hemwelatîbûnê ye.
Û got heta welatiyên xwe bi wê asnameyê îfade dikin nebêjin pirsa me nemaye, ev pirs heye û divê hemû welatiyên me bêne qanikirin û hest bikin ku aide vê komarê ne û dibêjin ev dewlet ya me ye jî."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse