Efrîn - Grûpên çekdar girekî dîrokî talan dikin

03-03-2024
RÛDAW
Nîşan Efrîn Girê Dîrokî Dizîn Wêrankirin Talankirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyeyê ve li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê cihên dîrokî wêran û talan dikin.

Li gorî zanyariyên xwecihî, çekdarên Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê ya ser bi Tirkiyeyê ve 10 roj in girekî dîrokî yê herêma Bîra Telê ya Efrînê dikolin û berhemên dîrokî didizin.

Ew girê ku ji aliyê çekdaran ve tê kolandin dikeve navbera gundên Şîtka, Kaxrê û Hisê (Mîrkan) yên navçeya Mabatê ya Efrînê.

Çekdar girê dîrokî bi buldozeran dikolin û ji ber vê yekê jî ew gir û zeviyên li wê derê hatine talankirin û wêrankirin.

Girê dîrokî dikeve nav zeviyê çandiniyê yê welatiyê Kurd ê bi navê Fewzî Şîtka, ew ji ber ku nikare rê lê bigire ziyaneke zêde gihiştiye zeviyê wî.

Ev demeke dirêj e ku grûpên çekdar gelek caran wî girî dikolin û wêran û talan dikin.

Dagirkirina Efrînê

Tirkiyeyê bi piştgiriya çekdarên mixalefeta Sûriyeyê 20 Kanûna Paşîna 2018an êrişî Efrînê kir.

Şer û pevçûnan 58 rojan ajot lê Tirkiyeyê û grûpên çekdar Efrin dagir kir.

Di van 6 salan de li Efrînê binpêkirinên mezin ên wekî talankirin, kuştin û guhertina demografiyê ji aliyê grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyeyê ve hatin kirin.

Di encama êrişên giran û dagirkirinê de bi sed hezaran Kurd ji mal û milkên xwe bûn û ketin ser rê û dirbên koçberiyê.

Tevî ku Neteweyên Yekbûyî, rêxistinên pêwendîdar û aliyên siyasî yên Kurdî vê dagirkeriyê protesto dikin jî dagirkerî û tawanên hovane yên li dijî Kurdên Efrînê berdewam dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst