Otobûsa Dêrsimê qeza kir: Mirî û birîndar hene

03-02-2024
RÛDAW
Nîşan Otobûsa Dêrsimê Qeza Osmaniyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Bahçeyê ya Osmaniyeyê çend otomobîl li hev qelibîn û di encamê de şofêrê otobûsa Can Dêrsim Tuncelililer Turîzmê canê xwe ji desst da û 8 kesên din jî birîndar bûn.

Qeza li Tunela Kizlaçê ya li rêbeja Tarsûs-Edene-Dîlokê (TAG) ya li navçeya Bahçeyê qewimî.

Otomobîla ku plaqeya wê û navê şofêrê wê nehatiye zanîn  di tunelê de ji ber sedemeke nediyar şewitî.

Ji ber şewatê otobûsa Can Dêrsim Tuncelililer Turîzmê li barhilgirekê da.

Barhilgir jî li otomobîke ticarî qelibî.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê qezayê.

Li gorî tesbîtên ewil hat zanîn ku di qezayê de şofêrê otobusê jiyana xwe ji dest da û 8 kesên din jî birîndar bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst