Hewlêr (Rûdaw) - Newroz ji bo ku bibe cejneke fermî, pêşniyara qanûnê ji parlamentoya Tirkiyeyê re hat pêşkêşkirin.
Cejna neteweyî ya Kurdan Newroz li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di rêya fermîbûnê de ye.
Parlamenterê AK Partiyê yê Stenbolê Serkan Bayram ji bo ku 21ê Adarê wekî Cejna Newrozê were îlankirin, têklifeke qanûnî pêşkêşî Parlamentoya Tirkiyeyê kir.
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan di daxuyaniya xwe ya 21ê Adarê de gotibû:
“Eger li vir nêrîna raya giştî wergirin, hûn amade ne ku 21ê Adarê wekî cejna biharê û biratiyê îlan bikin?"
Erdogan di axaftina xwe de her wiha gotibû, “Newroz ne cejna komeke etnîkî ye, Newroz cejna tevahiya miletê me, tevahiya erdnîgariya me ye, bi Elewî, Sunî, Tirk û Kurdên xwe ve."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse