Li Sêwazê qeza: 4 kes birîndar bûn

03-02-2024
RÛDAW
Nîşan Sêwaz Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Sêwazê ya Bakurê Kurdistanê di qezeyekê de 4 kes birîndar bûn.

Li gorî zanyariyan îro li ser rêya Balafirgeha Sêwazê otomobîlek ji rê derket û wergeriya.

Di bûyerê de şofêrê otomobîlê û 3 kesên din ên di otomobîlê de birîndar bûn û di otomobîlê de asê man.

Li ser agahdarkirinê tîmên AFADê çûn cihê bûyerê û her 4 welatî otomobîlê derxistin.

Tîmên tenduristiyê welatiyên birîndar veguhastin Nexweşxaneya Deweletê ya Sêwazê.

Van demên dawî ji ber bandorên xirab ên keşûhewayê bûyerên trafîkê li Bakurê Kurdistanê zêde bûne û rojane bi dehan kes dibin qûrbanî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst