Ew hevjînên Kurd bi hev re şewitîn û canên xwe ji dest dan

03-02-2023
RÛDAW
Nîşan Duhok Amêdî Şewat
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Du hevjîn bi navên Behiye û Dilşad ku berî 3 rojan li gundekî navçeya Amêdiyê ji ber agir bi sobeyê ketibû, beşek ji laşê wan şewitîbû û ew rakiribûn nexweşxaneyê, îro li nexweşxaneyê canên xwe ji dest dan.

Bûyer 31ê Kanûnê saet di 21.00an de li gundê Kanîk ê ser bi bajarokê Bamernê yê Amêdiyê ve pêk hat.

Navê zilam salî û navê hevjîna wî jî bû. Di dema bûyerê de Dilşad Remezan ê 35 salî û Behiye Cafer 30 salî bi her du keçên xwe re li malê bûne. Keça wan a 7 salî rewşa wê baş e, lê keça wan a 8 mehî beşek ji laşê wê şewitiye.

Li gor zanyariyên pizîşkan, di bûyerê de laşê Dilşad bi temamî şewitîbû û laşê Behiye jî bi giranî şewitîbû.

Berdevkê Polîsên Duhokê Hêmin Silêman îro ragihand, ku her du hevjînan jiyana xwe ji dest dane û diyar kir ku wan zarokeke biçûk li pey xwe hiştine.

Li gor zanyariyên Rûdawê, îro Înê serê sibê Dilşad ku laşê wî bi temamî şewitîbû, canê xwe ji dest da, piştî çend xûlekan jî hevjîna wî Behiyeyê wefat kir.

Bavê Behiyeyê, Cafer Kanîkî ji Rûdawê re got, “Tiştê ku em hîn bûne ev e ku agir bi sobeyê ketiye, di dema pêxistina wê de neft rijiyaye û agir li malê ketiye.”

Termên her du hevjînên genc dê îro li Goristana Şaxkê li bajarê Duhokê li kêleka hev bên veşartin.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst