Dîlok: Di mehekê de rêjeya hinardeyê gihîşt zêdetirî 955 milyon dolaran

02-12-2023
RÛDAW
Nîşan Dîlok Hinardekirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê navendeke girîng a pîşesazî û bazirganiyê ye û berhema wê bi awayekî berbiçav tê hinardekirin.

Serokê Odeya Pîşesaziyê ya Dîlokê rêjeya hinardeyê ya meha Çiriya Paşînê û salê eşkere kir.

Di meha Çiriya Paşînê de li parêzgeha Dîlokê rêjeya hinardeyê gihîştiye 955 milyon û 722 hezar dolaran.

Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê Odeya Pîşesaziyê ya Dîlokê ve hat dayîn, rêjeya hinardekirinê li wê parêzgehê li gorî heman meha sala borî ji sedî 3,2 zêde bûye.

Li gorî amarên ku ji aliyê Serokê Odeya Pîşesaziyê ya Dîlokê Adnan Unverdî hatin dayîn, di 11 mehan de rêjeya hinardekirinê 9 milyon û 152 hezar û 623 hezar dolar bûye.

Adnan Unverdî diyar kir ku armanca ew e ku rêjeya hinardeyê heta dawiya salê bigihînin 10 milyon dolarî.

Li gorî amarên ji aliyê Wezîrê Bazirganiyê yê Tirkiyeyê Omer Bolat ve hatin dayîn, hinardeya Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di Çiriya Paşînê de li gorî heman meha sala borî ji sedî 5,2 zêde bûye û gihîştiye 23 milyar û 11 milyon dolaran.

Hinardeya 12 mehan jî wate ji Çiriya Paşîna 2022yan heta Çiriya Paşîna 2023yan bi rêjeya ji sedî 0,9 zêde bûye û gihîştiye 255 milyar û 800 milyon dolarî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst