Çemê Xabûrê - Rojek ji rojên masîgirekî

12 demjimêr berê
Ferdî Sak
Sidqî masiyan digire/Wêne: Rûdaw
Sidqî masiyan digire/Wêne: Rûdaw
Nîşan Masîgirî Şirnex Çemê Xabûrê
A+ A-

Şirnex (Rûdaw) – Li Çemê Xabûrê yê li gundê Xabûrê yê navçeya Qilebana Şirnexê ji ber ava kanzayan masî kêm bûne.

Çemê Xabûrê ji bilî ku çavkaniyeke sereke ya avê ye ji bo Kurdistanê, deriyekî girîng ê dahatê ye ji bo Sitqiyê masîgir û malbata wî.

Rojane tora xwe diavêje ser milê xwe û nanê 2 zarok û hevjîna xwe ji çem derdixe.

Masîgir Sitqî Sogun got:

“Navê min Sitqî ye. Ji gundê Xabûrê yê Hedrîşê me. Jiyana min li ser vî karî ye.

Ev ji 10 salan zêdetir e em vî karî dikin. Masiyan digirin û difiroşin.

Em gelek caran jî bi xêra xwe didin xelkê.

Gelek camêr tên û li ber vê avê bi xêra me masiyan dixwin.

Dema hewa germ dibe xelk ji bo seyran û bêhnvedanê tê vê derê.”

Berêvareke payîzê ye û hewa hêdî hêdî sar dibe.

Lê ew neçar e borên çem bişeqîne û masiyan bigire, êvarê wan bifiroşe û bi dahata wan xerciya mala xwe dabîn bike.

“Wê avê ji ser çem qut bikin”

Masîgir Sitqî Sogun her wiha anî ziman:

“Gelekî sar e û ji niha û pê ve hewa sartir dibe.

Rojê ji danekî zêdetir em nikarin werin masiyan.

Heta nîvro em tên, ji wê û pê ve em nikarin, ji ber ku hewa sar dibe.

Lewra payîz e lê havînan em heta êvarê jî di avê de bin haya me jê nabe.”

Sitqî ji ber ku îsal tora wî wekî par ne tije masî ye, sal bi sal dibêje xwezî bi par.

Carinan vala, hinek caran yek an du masî lê sisêyan derbas nake.

Sedem jî bi gotina wî xebatên kaneke kanzayen e ku li ser çem hatiye çêkirin.

Masîgir Sitqî Sogun li ser karê xwe da zanîn:

“Li vê derê li aliyê Kespiyanişê kanzayek vekirine. Ew ava kanzayê tê ser avê û masiyên me kêm bûne.

Gelek masî bi wê avê pûç bûn. Eger çareyek hebe wê avê ji ser çem qut bikin dê gelekî baş bibe.”

Sitqî kîloyek masiyê Çemê Xabûrê bi 250 lîreyan difiroşe ku dike 7 dolar û 24 centan dike.

Sala borî ji nîvro heta êvarê rojê derdora 30 kîlo masî digirtin.

Bi gotina wî îsal masîgirtin 5 heta 10 kîloyan daketiye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst