LICÊ - Hêzên ewlehiyê kesek kuşt: Sedem çi ye?

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Parêzgariya Amedê Madeyên Hişbir
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Licê ya Amedê di “operasyoneke madeyên hişbir” de kesek hat kuştin.

Parêzgariya Amedê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek belav kir.

Parêzgariyê da zanîn ku hêzên ewlehiyê li gundê Pêçarê yê navçeya Licê operasyoneke “madeyên hişbir” daye destpêkirin.

Li gorî daxuyaniyê hêzên ewlehiyê saet 03:50î wan 2 kes di nav zeviyekî de ditîne.

Hat diyarkirin ku ew hatine hişyarkirin ku rawestin lê her du kesan guh nedaye hişyariyê û reviyane.

Parêzgariyê diyar kir ku piştî demekê di navbera wan her du kesan û hêzên ewlehiyê de pevçûna çekdarî derketiye û kesek ji wan hatiye kuştin.

Parêzgariyê di daxuyaniya xwe de îdia kir ku bi kesê hatiye kuştin re çekeke kaleşnîkof û 120 kîlogram madeyên hişbir “Kubar” hebûne û dest bi ser wan de hatine girtin.

Li gorî Ajansa Mezopotamyayê kesê hatiye kuştin welatiyê bi navê Halîs Demîr e ku bi xwe ji mezraya Qencerê ya gundê Bawerdê yê Licê ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst