Li 21 bajaran operasyona madeyên hişbir: 148 kes hatin desteserkirin

09-10-2023
RÛDAW
Nîşan Operasyon Madeyên Hişbir
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li 21 bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di operasyona madeyên hişbir de 148 kes hatin desteserkirin.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya li ser hesabê xwe yê tora civakî anî ziman:

“Li Stenbol, Bursa, Sêwaz, Bolu, Mereş, Osmaniye, Îdir, Uşak, Mugla, Amed, Antalya, Aydin, Wan, Çanakkale, Denîzlî, Mersîn, Sakarya, Balikesîr, Trabzon, Çewlig û Dîlokê operasyonên madeyên hişbir hatine kirin.”

Alî Yerlîkaya destnîşan kir ku operasyona li 21 bajaran ji aliyê tîmên rêveberiyên ewlehiyê yên Stenbol û Agiriyê ve hatine kirin.

Yerlîkaya diyar kir ku di wan operasyonan de 148 kes hatine desteserkirin.

Di operasyonan de li 21 bajaran dest bi ser zêdetirî tonek madeyên hişbir û hejmarek hebên hişbir de hat girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst