HSD: Êrîşên DAIŞê yên li gundên Dêrezorê zêde bûne

02-10-2022
RÛDAW
Nîşan HSD Dêrezor DAIŞ
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarê Encûmena Leşkerî ya Dêrezorê ser bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Nûrî Xelîl ragihand ku êrîşên şaneyên razayî yên DAIŞê li navçeyê zêde bûne û got, Tirkiye piştevaniya wan şaneyan dike da ku armancên xwe li navçeyê pêk bîne.

Nûrî Xelîl da zanîn ku metirsiya DAIŞê hê li ser navçeyê bi giştî heye û got, “Endamên saziyên sivîl û hêzên ewlekariyê li gundewarên Dêrezorê dike armanc. Herwiha Encûmena Leşkerî ya Dêrezorê li ser operasyona girtin û rûbirûbûna wan şaneyan berdewam e ji bo aramî û ewlekarî li navçeyê çêbibe.”

Berî niha Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) operasyoneke ewlekariyê li navçeya Kubir li gundewarên rojavayê Dêrezorê dabû destpêkirin, piştî armanckirina xaleke wan a leşkerî ji aliyê wê rêxistinê ve.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst