Dilşad Şehab: Her dem pêwîst bike Nêçîrvan Barzanî dê serdana aliyên Iraqî bike

02-09-2022
RÛDAW
Şêwirmendê bilind ê Serokê Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab
Şêwirmendê bilind ê Serokê Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab
Nîşan Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî Iraq
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şêwirmendê bilind ê Serokê Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab derbarê rewşa siyasî ya aloz a Iraqê de ji Rûdawêre ragihand, Her dema pêwîst bike Nîçîrvan Barzanî dê serdana aliyên Iraqî bike.

Dilşad Şehab şeva Pêncşembê di bultena demjimêr 08:00 pm a Rûdaw TV de ku ji aliyê Şaho Emîn ve tê pêşkêşkirin, derbarê rewşa aloz a Iraqê û hewldanên Serokê Herêma Kurdistanê bo çareserkirina pirsgirêkên navbera aliyên Iraqî axivî.

Dilşad Şehab ragihand, pêştir Nêçîrvan Barzanî du caran pêşniyar kiriye ku aliyên Iraqî li Hewlêrê wek “paytexta duyem a Iraqê” bicivin û pisgirêkên xwe çareser bikin.

Bi gotina Dilşad Şehab, Nêçîrvan Barzanî li ser hewldanên xwe bo çareserkirina aloziya di navbera aliyên Iraqî de berdewam e û tekez kir, “Her dem ku pêwîst bike Nîçîrvan Barzanî dê serdana aliyên Iraqî bike.”

Şêwermendê bilind ê Serokê Herêma Kurdistanê behsa hewldanên ji bo amadekirina Destûra Kurdistanê kir û diyar kir, “di xûlên berê yên parlamentoyê de çend caran hewl hat dayîn Destûr bê nivîsandin, lê ji ber nakokiyên siyasî li ser hin mijaran negihîştin encamê.”

Dilşad Şehab amaje bi hewldanên vê dawiyê yên Serokê Herêma Kurdistanê bo amadekirina destûrê kir û got, “Serokê Herêma Kurdistanê di destpêka vê xûla parlamentoyê de hewl da careke din dest bi nivîsandina destûrê bê kirin û di hevdîtin û civînên xwe yên ligel aliyên Herêma Kurdistanê de jî behsa vê mijarê kiriye.”

Bi gotina Dilşad Şehab, Nêçîrvan Barzanî sala 2021 jî bi nivîseke fermî daxwaza ji serokatiyên parlamentoyê û civata wezîran kir ku komîteyeke taybet ji kesên pispor û şareza di warê qanûn û destûrê de bê avakirin û kar li ser amadekirina projeya destûra Kurdistanê bê kirin.

Wî şêwirmendê Serokê Herêma Kurdistanê destnîşan kir, “li gor nêrîna Serokê Herêma Kurdistanê, beşek ji mijarên ku li Herêma Kurdistanê dibin sedema nakokiyên siyasî, ji ber nebûna destûrê ye, eger me destûrek hebe û têde roja hilbijartinê bê diyarkirin û hin xetên giştî bo sîstema birêvebirinê û şûwaz û qanûna hilbijartinê bê diyarkirin, ew nakokî dubare nabin.”

Têkildarî hilbijartinên giştî yên Herêma Kurdistanê jî, Dilşad Şehab ji Rûdawê re got, ji ber nakokiyên aliyên siyasî yên derbarê qanûna hilbijartinan û komîsyona bilind a serbixwe ya hilbijartinan de hilbijartin di dema xwe de nayê kirin.

Bi gotina Dilşad Şehab, hin aliyên siyasî daxwaz dikin pêdeçûn bi qanûna hilbijartinan û herwiha xebata komîsyona hilbiajrtinan bê kirin. Şehab tekez kir, niha hemû alî li ser wê yekê razî ne û got, “Niha hemû alî li ser pêdeçûna bi qanûna hilbiajrtinan razî ne, êdî tiştekî baş e ku serokatiya parlamentoyê di vê heftiyê de rêkaran ji bo pêdeçûna bi qanûna hilbijartinan û komîsyona bilind a serbixwe ya hilbijartinan destpê bike.”


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst