Wezîrê Parastinê yê Estonyayê li Herêma Kurdistanê ye

02-08-2023
RÛDAW
Nîşan Estonya Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Wezîrê Parastinê yê Estonyayê kir.

Wezîrê Parastinê yê Estonyayê amadebûna welatê xwe ya ji bo pêşxistina hevkarî, hevahengî û berdewamiya piştevaniya Pêşmerge nîşan da.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi amadebûna Cîgirê Serokwezîrê Qubad Talebanî pêşwaziya Wezîrê Parastinê yê Estonyayê Hanno Pevkor kir.

Li gorî daxuyaniya hikûmetê, di civînê de rewşa Iraqê û pêşxistina pêwendiyên dualî hat gotûbêjkirin.

Di daxuyaniyê de herwiha hat ragihandin ku Hanno Pevkor di şerê li dijî terorê, aramî û ewlehiya herêmê de tekezî li ser piştevaniya Pêşmerge kir.

Di hevdîtinê de behsa girîngiya berdewamiya hevkarî û hevahengiya ewlehiyê ya di navbera her du aliyan de bi taybetî di şerê li dijî DAIŞê de hate kirin.

Mesrûr Barzanî spasiya hêzên Estonyayê kir ku di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de bi berdewamî piştevaniya Pêşmerge dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst