Şandeyeke Îraqê ji ber êrişên Tirkiyeyê hat Hewlêrê

11-07-2024
RÛDAW
Nîşan Şandeya Îraqê Herêma Kurdistanê Tirkiye Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şandekyee bilind a ewlehiyê ya Îraqê bi serokatiya Şêwirmendê Asayîşa Niştimanî ya Îraqê ji bo gotûbêjkirina êrişên Tirkiyeyê gihişt Hewlêrê.

Ev heyamek e ku Tirkiyeyê li nav axa Başûrê Kurdistanê êrişên xwe bi hinceta hebûna gerîlayên PKKyê zêde kirine.

Şandeya bilind a Îraqê ya  serokatiya Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Îraqê Qasim Erecî, li ser daxwaza serokwezîrê wî welatî Mihemed Şiya Sûdanî îro hat Hewlêrê.

Encûmena Asayişa Niştimanî ya Îraqê duh civiya û êrişên Tirkiyeyê yên li nav axa Îraq û Herêma Kurdistanê red kirin.

Encûmena Asayişa Niştimanî ya Îraqê ragihand ku divê Tirkiye prensîba cîrantiya baş û têkiliyên dîplomatîk bi Hikûmeta Îraqê re bişopîne û di her mijarên ewlehiyê de bi wê re hevahengiyê bike.

Tirkiyeyê ji meha Hezîranê ve dest bi operasyonekê kiriye û 15 xalên nû li deverên sînorî danîne.

Herwiha berdewam operasyonên asmanî û bejayî li wan deveran dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst