Encûmena Ewlehiyê ya NYyê ji bo Îraqê civiya

11-10-2023
RÛDAW
Wêne: NY
Wêne: NY
Nîşan NY Îraq Herêma Kurdistanê Jeanine Hennis-Plasschaert
A+ A-

New York (Rûdaw) - Encûmena Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî li bajarê New Yorkê yê Amerîkayê li ser Îraqê civîneke taybet li dar xist.

Di cîvînê de Nûnera Taybet a Neteweyên Yekbûyî ya li Îraqê Jeanine Hennis-Plasschaertê bal kişand li ser gelek pirsgirêkan ên wekî li sînorê Îraq û Îran û êrişên Tirkîyeyê yên li ser axa Herêma Kurdistanê her wiha pirsgirêka budceyê ya navbera Hewlêr û Bexdayê de.

“Êrişên Tirkiyeyê metirsîdar in”

Nûnera taybet Plasschaertê diyar kir ku divê pirsgirêka ewlehiyê ya li sînorê Îran û Îraqê di nav rêza diyalogê de were çareserkirin lê li gorî yasayên navneteweyî.

Piştre jî Plasschaertê tekez kir ku ew êrişên Tirkiyeyê yên li derveyî sînor pir bi risk dibînin.

Nûnera Taybet a Neteweyên Yekbûyî ya li Îraqê Jeanine Hennis-Plasschaertê got:

“Em metirsiyên Tirkiyeyê yên ewlehiyê fehm dikin lê êrişên derveyî sînor ên Tirkiyeyê rêyeke bi risk e herwiha gelek bandorên wê yên neyînî jî hene.”

“Karmendên Herêma Kurdistanê jî wek karmendên Îraqê ne”

Nûnera taybet di berdewamiya axavtina xwe de ragihand ku piştî serdana rêvebirên Kurdistanê yali Bagdayê, Hikûmeta Îraqê ji bo 3 mehan pere şandiye û vê jî alîkariya rêveberîya Kurdistanê kiriye ku bikaribe mûçeyên karmendên giştî bidin.

Ev tiştek erênî ye lê dereng mabû. Her wiha li gor peymanê têrê jî nake. Divê zêdetir kar li ser vê meselê werin kirin.

Jeanine Hennis-Plasschaertê wiha anî ziman, “Wekî ku min berê jî gotibû divê mûçeyên karmendan ji pirsgirêkên siyasî werin parastin.

Karmendên Herêma Kurdistanê jî wek karmendên Îraqê ne, ango malbat û zarokên wan hene lê binêrin.”

“Peywendiyên Hewlêr û Bexdayê berdewam dikin”

Di civînê de nûnerê Îraqê yê Neteweyên Yekbûyî Dr. Abbas Kazem Obaid jî got ku peywendiyên navbera Hikûmeta Bexdayê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo çareserkirina pirsgirêkên bingehîn berdewam dikin. Bêguman yek ji wan jî pirsgirêka budçeyî ye.

Dr. Abbas Kazem Obaid wiha axivî “Kordînasyona navbera Hikûmeta Îraqê û Hikûmeta Kurdistanê ji bo gihiştina lihevkirin û rêkeftinan li ser mijaren bingehîn yên wekî cîbicikirina yasaya budceya giştî ya Herêma Kurdistanê, dabeşkirina bûdceya federalî û herwiha parastina mafên destûrî yên herêmê didome.”

Nûçegihanê Rûdawê Sînan Tuncdemîr ji nûnerên Rusya û Amerîkayê yên NYyê pirsî ka li ser pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê çi difikirin. Lê her duyan jî got ku ew mesele meseleya wan a navxweyî ye.

“Divê Kurd bi Bexdayê re pirsgirêkên xwe çareser bikin”

Alîkarê Balyozê Rûsyayê yê li Neteweyên Yekbûyî Dmitriy Polyanskiy got:

“Divê serî de Kurd bi Bexdayê re bi axivin û pirsgirêkan bi awayekî navxweyî çareser bikin.”

Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê li NYyê Robert A. Wood jî wiha anî ziman:

“Ev pirsgirêk karê wan e ku li serê bixebitin. Ez nikarim zêde tiştan li ser vê meseleyê bibêjim.”

Herwiha di civînê de balê kişandin ser hilbijartina Îraqê û ya Herêma Kurdistanê.

Divê hilbijartin li gorî yasayan bi awayekî ewle werin kirin.

Di alîyê din de jî di raportê de hate gotin ku divê dahata Îraqê ne tene ji petrolê were û pirsgirêkên wekî gedeliyê jî ji hole rabin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst