Hewlêr (Rûdaw) - Îro 27 sal di ser komkujiya Sêwazê re derbas dibin, bi vê boneyê îro li Sêwaz, Enqere, Îzmîr û hejmareke bajarên din ê Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê çalakiyên bîranînê têne lidarxistin. HDP jî daxwaza dubare vekirina dosyeyê û destpêkirina lêkolînan derbarê wê bûyerê de dike.
Tevî ku 27 sal di ser wê bûyerê re derbas bûye, lê belê hêj bikerên wê nehatine girtin û nehatine darizadnin.
Şandeke Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) îro li Sêwazê dibe ku merasîmek taybet bi wê bûyerê li vî bajarî tê sazkirin.
HDP daxwaz dike, dosyeya Komkujiya Sêwazê ji nû ve were vekirin û lêkolîn derbarê bûyerê de bêne destpêkirin û encamderên komkujiyê bêne sizadan.
Hejmarek parlamenterên HDPê pêr Sêşemê 30ê Hezîranê di preskonferansekê de ragihandin, ku piştî 27 salan têkildarî wê dosyeyê nedadperwerî didome û daxwaz kirin, ku dosyeya bûyera roja 2ê Tîrmeha 1993an a li Sêwazê careke din were vekirin.
Hevserokên HDPê, Pervîn Buldan û Mithat Sancar jî her bi boneya 27mîn salvegera Komkujiya Sêwazê di daxuyaniyekê de ragihandin, ku ew qurbaniyên wê komujiyê ji bîr nakin û tekez kirin, ku dewletê nexwestiye heta niha wê bûyerê zelal bike û kesên li pişt wê komkujiyê dadgehî bike.
Di 2ê Tîrmeha 1993an de li hotêla Madimak a bajarê Sêwazê, di bûyereke şewatê de 37 kes ku piraniya wan nivîskar, hunermend û kesayetên Elewî bûn, şewitîn û canê xwe ji dest dan. Du ji wan kesên ku di bûyerê de şewitîn, êrîşkar bûn.
Ew bûyer di nava xelkê de û li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bi giştî weke “Komkujiya Sêwazê” tê binavkirin.
Rûniştvanên bajarê Sêwazê yê Bakurê Kurdistanê piranî Elewî û Sunne mezheb in.
Wê demê komeleya Elewiyan û kesatî û Şaîr û Rewşenbîr û Nivîsakarên Elewî dixwestin beşdariyê di Festîvala Pîr Sultan Ebdal de bikin, ku ji aliyê Komeleya Kulturî ya Pîr Sultan Ebdal ve hatibû organîzekirin.
Îslamiyên radîkal bi encamdana wê komkujiyê têne tometbarkirin, lê belê derbarê bûyerê de ti lêkolînek nehate kirin û ew bûyer li pişt perdeya tarî veşartî ma.
Dosyeya komkujiya Sêwazê piştî derbasbûna 20 salan, bi sedema ku dem di ser re derbasbû ye, hate girtin û heya niha jî ti lêkolînek an encamên lêkolînekê derbarê bûyerê de nehatiye belavkirin.
Du roj berî ku ew bûyer çêbibe, li bajarê Sêwazê belavokek hatibû belavkirin û têde amaje bi wê yekê hatibû kirin ku di rojnameya Aydinlik de ku wê demê nivîskar Aziz Nesin sernivîskarê wê bû, behsa pirtûka Ayetên Şeytanî ya Selman Ruşdî hatiye kirin û Aziz Nesîn weke hedef hatibû nîşandan.
Aziz Nesîn roja 1ê Tîrmehê di merasima destpêkirina festîvalê de amade bibû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse