Mesrûr Barzanî derbarê êrişa Xebatê de: Nabe ev êriş berdewam bin

02-05-2022
RÛDAW
Nîşan Mesrûr Barzanî Xebat Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokêwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di derbarê êrîşa mûşekî ya şeva borî ya li ser sînorê qezaya Xebatê daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand “nabe êrîşên bi vî rengî berdewam bin.”

Duh 1ê Gulana 2022an bi şev 6 mûşek li sînorê navçeya Xebat a Hewlêrê ketin xwarê.

Serokêwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di derbarê êrîşa mûşekî de daxuyaniyek belav kir û tê de diyar kir “Nabe careke din ev êrîş berdewam bin û pêwîst e helwesteke cidî hebe.”

Mesrûr Barzanî êrişa şev duh şermezar kir û got:

“Daxwazê ji Serokwezîrê Federalê dikim ku ji bo sizakirina girûpên tundrew gavên pêwîst bavêje û komîteyek hevbeş pêkbîne û tedbîrên pêwîst ji bo kontrolkirina navçeyên ku metirsiyê li ser aramî û asayişa Herêma Kurdistanê û Iraqê dikin, werbigire.

Divê êdî ev êrîş nedomin û pêwîste bi cidî bên girtin û ji bo bidawîkirina van destdirêjiyan rêkarên kiryarî bên wergirtin.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst