NPG: Biryara agibestê ji bo hemû hêzên me ye

02-03-2025
RÛDAW
Nîşan NPG PKK Abdullah Ocalan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) ragihand biryara agibestê ya ku Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ragihandiye ji bo hemû hêzên girêdayî wan derbasdar e.

Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan 27ê Sibatê xwestibû ku PKK fesix bike û çekan deyne.

Li aliyê  Komîteya Birêvebir a PKKyê jî 1ê Adarê li ser banga Ocalan daxuyaniyek belav kir û ragihand ku ew dê pêbendî banga Ocalan bibin û li gorî pêwîstiyên wê tevbigerin.

PKKyê her wiha agirbest ragihandibû û diyar kiribû ku ew amade ne ji bo xwefesixkirinê kongreya xwe jî saz bikin lê divê Ocalan bi rê ve bibe.

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) ku saziyeke biryarder a Leşkerî ya hemû komên PKKyê ve ye îro derbarê biryara agirbestê ya ku PKKyê ragihandiye bi sernavê “Ji hemû Hêzên Parastina Gel re” daxuyaniyek belav kir.

"Agirtbest ji bo tevahiya hêzên me derbas dar e"

NPGyê bi bîr xist ku PKKyê ew agirbest di çarçoveya bangawaziya Rêberê Girtî yê PKKyê Abdullah Ocalan de ragihandiye û got:

"Di çarçoveya banga dîrokî ya Rêber Apo de biryara agirbestê ya ku Partiya me PKKyê girtiye, ji dîroka 1ê Adara 2025an pê ve  ji bo tevahî hêzên me derbasdar e.

Hemû fermandarî û yekîneyên eleqedar divê bi hestiyarî nêzîkî biryara ku Partiya me girtiye bibin û bi awayekî temam pêk bînin."

"Mafê parastina rewa mafekî bingehîn e"

NPGyê li hemberî her êrîşeke li dijî hêzên wan jî banga bersivdayînê kir û got:

"Bêguman li hemberî êrîşên ku çêbibin xweparastina hêzên me û di çarçoveya mafê parastina rewa de bersiva pêwîst dayîn mafekî bingehîn e.

Hêzên me li hemberî êrîşên domdar xwedî mafê mîsîlemeyê ne jî."

"Divê hêzên me di tedbîran de sistbûnê nekin"

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) daxwazeke taybet ji hêz û komên xwe yên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê jî kir û got:

“Bi taybetî ev biryar li gel hêzên me yên ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ne, ji bo hemû tîmên fedaî yên taybet erkdar in û hemû yekîneyên otonom, yekîneyên parastina cewherî yên weke MAK, YPS û hwd. jî derbasdar e û divê her kes vê pêk bîne.

Hemû pêkhateyên ku xwedî taybetmendiya  tevgera otonom in, divê li gorî vê biryarê li ser esasê xwe parastinê ji nûve xwe bi cih bikin.

Di vê pêvajoya girîng de tu hêzên me divê di tedbîran de sistbûnê nekin û di bin her şert û mercê de tedbîrên xwe yên parastinê xurt bigirin.”

“Li hemberî rewşên provakatîf ên dibe ku çêbibin divê bi tedbîr bin"

NPG di berdewamiya daxuyaniya xwe de wiha dibêje:

"Di vê pêvajoya dîrokî de ji bo di xeta Rêber Apo de sekn û têkoşîneke têrker bi pêş bixin, divê hemû HPG û yekîneyên girêdayî wê hestiyar bin û bi berpirsyar tevbigerin.

Li hemberî rewşên provakatîf ên dibe ku çêbibin divê bi tedbîr bin û li hemberî van rewşan baldar bin

Em bawer in hemû heval li hemberî vê biryarê bi berpirsyar nêzîk dibin. Li ser vî esasî hemû fermande û şervanan silav dikin, serkeftinê dixwazin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst