Serokê Baroya Şirnexê serdana du kesên derbkirî yên li sînorê Xabûrê kir

02-02-2023
RÛDAW
Nîşan Baroya Şirnexê Silopî Deriyê Sînor ê Xabûrê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Baroya Şirnexê Parêzer Rojhat Dilsiz roja Çarşemê 1 Çileya 2023an serdana wan herdu welatiyên ji Silopiyayê kir ku li Deriyê Sînor ê Xabûrê ji aliyê nobedarên gumrikê ve hatibûn derbkirin

Di daxuyaniya li ser hesabê Twîtterê yê Baroya Şirnexê de wiha hat gotin: “Serokê Baroya me parêzer Rojhat DÎLSIZ, tevî endamên lijneya me û parêzerên me yên girêdayî baroya me, çûn serdana herdu hevjînan Îrfan û Yildiz OzDEMÎR ên li Deriyê Sînor ê Xabûrê hatin derbkirin.”

Baroya Şirnexê di roja bûyerê de jî ragihandibû ku ew dê bûyerê bişopînin û xebatên hiqûqî bidin destpêkirin.

Pêr Sêşemê 31ê Çileya 2023an dîmenên tundiya karmendên ewlehiyê yên gumrika Deriyê Sînor ê Xabûrê li beramber jin û mêrekî Kurd li ser torên civakî belav bûbûn ku rastî bertek û nerazîbûna tund welatiyan û saziyên sivîl hat.

Di dîmenan de tê dîtin ku jinek û hevjînê wê rastî tundiya karmendên gumrikê tên. Di dîmenan de xuya dibe ku di navbera wê jinê û hevjînê wê û endamên hêzên emnî yên li Deriyê Sînor ê Xabûrê de nîqaş çê dibe, û du endamên hêzên emnî li her du welatiyên navsal dixin.

Li gor dîmenan, endamekî hêzên emnî yên gumrikê bi pêhînekê derbek giran li jinê dixe, û ji ber wê pehînê jinik li ser pişta xwe dikeve erdê.

 

Du kes ji kar hatin avêtin

Piştî belavbûna wan dîmenan li ser medyaya civakî û zêdebûna nerazîbûna welatiyan, Parêzgariya Şirnexê têkildarî bûyerê daxuyanî da û ragihand, ew her du karmend ji kar hatine dûrxistin.

Parêzgariya Şirnexê Serdozgeriya Komarê erkdar kiriye daku derbarê bûyerê de lêkolînê bike û 2 xebatkarên gumrikê jî ji kar hatine dûrxistin.

Waliyê Şirnexê Osman Bîlgîn di daxuyaniyekê de ji ajansa fermî ya Tirkiyê re gotiye: “Piştî ku me zanî ku xebatkarên Deriyê Sînor ê Xabûrê reftareke ne di rê de bi welatiyan re kirine, me demildest gav avêt.”

Bîlgîn, da zanîn ku 2 karmendên di bûyerê de rol hebûne, ji kar hatine dûrxistin.

Parlamentera HDPê bertek nîşan dabû

Di heman roja bûyerê de, Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Nuran Îmîr li ser hesabê xwe yê Twitterê bertek nîşan dabû û gotibû, “Ev der Deriyê Gumrukê yê Silopiyayê ye, di dema derbasbûnê de karmendê deriyê gumrikê şîdetê li jinan dike, ev rewş her roj diqewime. Ev tundiya li ser jinan li Deriyê Gumrika Silopiyayê tê kirin. Dê bê ceza nemînin, em dê bûyerê bişopînin.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst