Ferhat Encu: Di doza Robozikê de kêmasiya HDPyê jî hebû

30-06-2024
RÛDAW
Ferhat Encu bû mêhvanê Rûdawê / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Ferhat Encu bû mêhvanê Rûdawê / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Ferhat Encu Doza Robozikê HDP Nûşîrevan Elçî Baroya Şirnexê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) -  Parlamenterê berê yê HDPyê Ferhat Encu behsa serlêdana pêvajoya Doza Robozikê ya li Neteweyên Yekbûyî kir û diyar kir ku kêmasiya HDPyê jî di dozê de hebû.

 Komîteya Mafên Mirovan a  Netewên Yekbûyî serlêdana Komkujiya Robozikê qebûl kir.

Parêzerê dozê Kerem Altiparmak li ser hesabê xwe yê Xê ragihand ku Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî serlêdana wan a Doza Komkujiya Robozikê qebûl kiriye û xwestiye ku Hikûmeta Tirkiyeyê di nav 6 mehan de parastina xwe bike.

Parlamenterê berê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û merivê qurbaniyên Komkujiya Robozikê Ferhat Encu li ser doza geşedanên dawî yên doza Komkujiya Robozikê ji Rûdawê re axivî.

Ferhat Encu da zanîn ku destpêkê doz li Dadgeha Navneteweyî ya Laheyê hatibû vekirin lê ji ber ku Tirkiye ne pabendî biryarên wê dadgehê ye doz li wir nehat qebûlkirin.

Ferhat Encu behsa pêvajoya dozê ya li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrropayê kir û amaje bi wê yekê kir ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê biryareke siyasî stand.

"Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê biryareke siyasî stand"

Ferhat Encu eşere kir ku wan bi xwe jî serdana Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê kiriye û wiha axivî:

“Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bi hinceta ku parêzeran belgeyên pêwîst di dema 15 rojan de amade nekirine dosyeya doza Komkujiya Robozikê red kir.

Piştî wê biryarê em bi xwe jî çûn dadgehê û ji me re eşkere kir ku pêvajoya li dadgeha Tirkiyeyê bi dawî nebûye û doz red kir. 

We jî di axaftina xwe de got bê ka çima aqûbeta Doza Komkujiya Robozikê wisa lê hatiye. 

Wê demê me bi eşkereyî behsa wê pevajoyê kir kê û kê kêmasî kirine nîqaşekê dest pê kir û me jî daxuyaniyên xwe bi raya giştî re parve kirin.

Derket holê ku bê ka kêmasî ya kîjan saziyê û ya kîjan parêzerî bûye.

Ji bo doza Robozikê em ketin nava hewldanekê û tevî çend parêzeran me careke din serî li Dozgeriya Şirnexê da û serlêdana me li wir hat redkirin.

Me ew biryar jî bir Dadgeha Destûrî ya Tirkiyeyê ev 3 sal in ti bersiv nehatiye.

Êdî me jî biryar da ku serî li Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî bidin. “

“Komkujî li pêş çavên hemû cihanê çêbû”

Ferhat Encu behsa ji pêvajoya Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî kir û wiha got:

"Ez gelekî meraq dikim ku dê Tirkiye çawa xwe biparêze e.

18ê Çiriya Paşîn a 2021ê de me serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî da.

Belkî ev bibe destpêkek û nimûneyek. Eger biryareke erênî di wê dozê de derkeve Tirkiye dê di warê navneteweyî de were tawanbarkirin.

Em li benda encameke erênî ne, em dizanin heta ku li Tirkiyeyê desthilat neguhere dê li Tirkiyeyê biryareke erênî dernekeve lê em bi hêvî ne ku dê biryareke erênî ji dozê derkeve.

Tirkiye dê bi çi awayî parastina xwe bike komkujî li ber çavên însanan pêk hat. 

Ji bo vê komkujiyê veşêrin dê çi bikin hincet, komkujî li ber çavên cihanê bi eşkereyî hat kirin.

Heta niha doz li ti kesî nehatiye vekirin, ti kes nehatiye darizandin.

Em li bendê ne dê Tirkiye parastina xwe bike piştî wê jî dê malbat û parêzerên malbatê parastina xwe bikin û dê  Komîteya Mafên Mirov a Neteweyên Yekbûyî biryarê bide."

“Berpirsiyar Baroya Şirnexê bû lê kêmasiya HDPyê jî hebû”

Ferhat Encu behsa nîqaş û kêmasiyên di pêvajoya doza Robozikê jî de kir û wiha berdewam kir:

“Di warê doza Robozikê de yê berpirsiyar û xwedî biryar Baroya Şirnexê û Serokê Baroyê Nûşîrewan Elçî bû.

HDPyê di warê şopandina dozê de mîsyon wergirtibû ser xwe û di wê demê di kêmasiya HDPyê jî hebû û ew jî bi tûndî hat rexnekirin û di wî warî de lêborîn jî hat xwestin.

Divabû ez doz wisa bi encam nebûya pêwîst bû komîsyoneke bihêz a parêzerên Kurd bihata avakirin lê ev nehat kirin. 

Belge di nava 15 rojan de negihiştibû Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û ji ber wê jî berpirsiyarê yekem Nûşîrevan Elçî bû."

Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî beriya bi 2 rojan serlêdana derbarê Komkujiya Robozikê de qebûl kir ku tê de 34 kes di bombebarana balafirên şer ên artêşa Tirkiyeyê de hatibûn kuştin.

Şeva 28ê Kanûna Pêşîna 2011an li gundên Bêcih û Robozikê yên navçeya Qilabanê ya Şirnexa Bakurê Kurdistanê 19 ji wan zarok 34 welatiyên sivîl ku debara xwe bi bazirganiya li ser sînor dikir hatin kuştin. 

Dema ew ji herêma Heftenînê ya Başûrê Kurdistanê vedigeriyan ji aliyê balafirên şer ên Artêşa Tirkiyeyê ve bi kom hatin kuştin.

HDP û Baroya Şirnexê hev tohmetbar dikin

Piştî ku li navxweyê Tirkiyeyê doza Robozikê negihiştiye ti encamê, malbatan serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê dabû.

Lê herî dawî 17ê Gulana 2018an Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bi hinceta ku parêzeran belgeyên pêwîst di dema xwe ya 15 rojan de amade nekirine dosyeya Doza Komkujiya Robozikê red kir.

Redkirina dozê di navbera HDP û Baroya Şirnexê de bû sedema aloziyan û her du alî hevdû bi xemsariya di dozê de tohmetbar dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst