Mihemed Elawî dibêje dê rûbirûyê gendeliyê bibe

02-02-2020
RÛDAW
Mihemed Tofîq Elawî got ew dê daxwazên xwepêşanderan bicih bîne
Mihemed Tofîq Elawî got ew dê daxwazên xwepêşanderan bicih bîne
Nîşan Iraq Mihemed Tofîq Elawî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê rasipardî yê Iraqê Mihemed Tofîq Elawî ragihand ku ew dê bi du qonaxan rûbirûyê gendeliyan bibe û daxwazê xwepêşanderan bicih bîne.

Serokwezîrê rasipardî yê Iraqê Mihemed Tofîq Elawî sala 1954a li Bexdayê ji dayîk bûye. Mihemed Elawî berî ji aliyê Serokomarê Iraqê ve bê rasipardin di hevpeyvînekê de ligel Rûdawê tekez li ser cîbicîhkirina daxwazên xwepêşanderan kir.

Mihemed Tofîq Elawî got: “Wek dizanin daxwazên gel hene, daxwzên wan rewa ne û mafê wan heye van daxwazên xwe pêşkêş bikin. Ew bi armanca daxwazên gelekî seretayî hatine ser cadeyan ku di nav hemû civakekê de hatine berdestkirin û ya rast mafê hemû welatiyekî/ê heye ew maf bo bên berdestkirin. Wan gelek tişt nexwestine. Tenê derfeta kar dixwazin. Naxwazin bêkarî zêde bibe. Xizmetguzariyê dixwazin. Dixwazin kesek guhê xwe bide dengê wan."

Elawî li Brîtanya û Lubnanê jiya ye, endamê aktîv ê Encûmena Aborî û Civakî ya Neteweyên Yekbûyî bûye û rawêjkarê Mirovî yê Rêxistina Mafên Mirov a Neteweyên Yekbûyî bû, endamê Partiya Dawe ya Îslamî bûye û di sala 2005an de ligel Eyad Elawî lîsteyeke liberal bi navê Iraqiye pêkanîn.

Yek ji daxwazên serekî yên xwepêşanderan nehiştina gendeliyê ye, Mihemed Elawî amaje bi wê yekê dide ku bi du qonaxan rûbirûyê wê dibe.

Derbarê vê yekê de Elawî dibêje: “Ez hinekî nakok im ligel çîna siyasetmedaran, bi taybet ji ber gelekî mixabin hikûmetên berê û wezaretên berê bûn çavkaniya peydakirina dahat bo wan partiyên siyasî, lewra gendelî belav bû û di asteke gelekî berfireh de belav bû, welat jî paş ket û ber bi paş de çû, butçe jî gehişte salane 140 milyar dolar ku gelekî zêde ye, lê dibînin welat kavil e, lê li Herêma Kurdistanê pêşketin heye û min dîtiye, ji ber bi kêmanî gelek pere hatine xerckirin bi awayekî rast."

Mihemed Tofîq Elawî sala 2006ê bû parlamenter û di 2006-2007ê de Wezîrê Guhestin û Gihandinê bû di kabîneya Malikî de. Sala 2010ê bû Wezîrê Guhestin û Gihandinê di kabîneya duyem a Malikî de, sala 2012ê ji ber pirsgirêkên ligel Malikî dest ji kar kişand.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst