HSD: Ev şerê namûsê ye, cihê xwe di sengerên berxwedanê de bigirin

01-12-2024
RÛDAW
Nîşan HSD Şer Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - HSDyê banga tevlîbûnê li gel kir û got, "Li hemberî tarîtiya zihniyeta DAÎŞ û Erdoganiyan şerê ronahî û serfiraziyê ye, bila keç û xortên herêmê tevlî nava refên HSDyê bibin."

27ê Çiriya Paşîn komên girêdayî Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) êrişî parêzgehên Îdlib û Helebê kir.

Li hinek herêman jî di navber HSD û komên çekdar de şer û pevçûnê dijwar derdikevin.

Piştî bipêşketinên dawî yên li Sûriyeyê, Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê seferberi giştî îlan kiribû.

Piştî îlankirina seferberiyê, Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) daxuyaniyek belav kir tê de bagî gel kir.

"Naxwazin gelên herêmê di nav aştiyê de bijîn"

Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk di daxuyaniya xwe de wiha got:

"Di nava vê heftiyê de êrîşeke pir berfireh diqewime û guhertinên bingehîn çêdibin. Hêzên rejîma Şamê di serî de li Helebê, li gelek herêman hilweşiyan.

Bêguman ev êriş yekser ji aliyê dagirkeriya Tirk ve tê birêvebirin û armanca wê dagirkirina hemû xaka Sûriyeyê ye. Lê bi taybetî jî herêmên rêveberiya xweser kirine armanc.

Bi vî rengî jî naxwazin gelên herêmê bi Kurd, Ereb û tevahî pêkhateyên wê bi hev re di nava aştiyê de bijîn. Ji bo vê yekê êrişeke berfireh li ser herêmên Reveberiya Xweser heye.

Her wiha planeke qirkirinê ya berfireh li ser gelê me yê Şehba û Helebê heye. Ev rewş ji bo tevahiya gelê Sûriyeyê û bi taybetî ji bo herêmên xweseriya demokratîk rewşeke dîrokî û heyatî ye.

"Armanc ne tenê herêmên di bin serweriya HSDyê de ye"

Armanca van êrişan ne tenê herêmên di bin serweriya HSDyê de ye, bi giştî dagirkirina xaka Sûriyeyê ye. Ango dixwazin tola xwe ji hemû gelên herêmê bigirin.

Ev çend roj in şervanên me çi li eniya Minbicê, çi li eniya rojavayê Firatê be berxwedaneke mezin û şerekî bê hempa li dijî van êrişan dimeşînin.

Bêguman Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bi hemû pêkhateyên wê, çawa ku di rizgarkirin û parastina herêmê de heya niha bi erka xwe rabû û rol leyîst, wê ji vir û şûnde jî bi berpirsyariya xwe ya dîrokî rabe û bedêla wê çi dibe bila bibe, ew dê li hemberî van êrişan raweste.

Wê bi erka xwe ya dîrokî ya parastina herêmê û parastina gelê Sûriyeyê rabe. Di vê mijarê de bila gûmana ti kesî nebe.

"Divê gelê herêmê bi awayekî çalak di nava vî şerî de cih bigre"

Lê belê ev şer şerekî dîrokî ye û divê gelê herêmê bi awayekî çalak di nava vî şerî de cih bigre. Divê li ser hîmê seferberiya giştî tev bigere û bi hêzên xwe yên parastinê re çi HSD be, çi jî asayîş be divê li rex wan bi awayekî hevbeş kar bike.

Di van rojên dîrokî de daxwaza me ji gelê me ew e ku ji bo parastina gundê xwe, bajarê xwe û tevahiya herêmê, divê gelê me mil bi mil di eniyên parastinê de di çarçoveya şerê gelê şoreşgerî de bi erka xwe rabe.

Bi taybetî banga me ji bo hemû ciwanên herêmê bi Kurdên xwe û Erebên xwe, bi Suryan, Asûr û Ermenên xwe, bi Tirkmen û Çerkezên xwe divê bi erka xwe ya dîrokî rabin û cihê xwe di sengerên berxwedanê de bigirin û tevlî nava refên HSD, YPJ-YPGyê bibin.

"Ev şerê namûs û mirovatiyê ye"

Em dibêjin ku ev şerê heyî şerê namûs û însaniyetê ye. Şerê kerameta gelan e. Şerê hemû nirx û hîmên mirovî û azadiyê ye.

Li hemberî tarîtiya zihniyeta DAÎŞ û Erdoganiyan şerê ronahî û serfiraziyê ye. Ev şer şerê serkeftina mezin û misogerkirina jiyana hevbeş a xwişk û biratiya gelan e.

Careke din em dibêjin bila keç û xortên herêmê tevlî nava refên HSDyê bibin û di avakirina pêşerojeke azad de bi erka xwe ya dîrokî rabin.

Baweriya me tam e ku em dê tevî gelê xwe û bi beşdarbûna çalak a ciwanan nava refên HSDyê emê karibin vê êrişê pûç bikin û planên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê bê encam bihêlin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst