Li parêzgehên Serhedê piştî barîna berfê welatî rûbirûyî zehmetiyan dibin

01-12-2022
RÛDAW
Li parêzgehên herêma Serhedê berfeke zêde bariya
Li parêzgehên herêma Serhedê berfeke zêde bariya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li piraniya parêzgehên herêma Serhedê ya Bakurê Kurdistanê, barîna berfê destpê kiriye.

Li herêma Serhedê çileyê zivistanê ye û ev demeke barîna berfê dest pê kiriye. Li parêzgehên wê herêmê ên weke Erdexan û Qersê demsala zivistanê gelekî dirêj e û xelk êdî fêr bûye di bin berfê de bijî.

Zarok weke herdemê bi kêfxweşî pêşwaziyê li berfê dikin û bêyî ku zanibin ew ji bo mezinan çi zehmetiyan bixwe re tîne, bala xwe didin ser lîstina li ser wê barana spî.

Karmendên şaredariyan dest bi paqijkirina cade û kolanan kirine. Li hinek navçeyên Qersê,15 santîmetre berf bariya ye û kesên ku pez û dewaran xwedî dikin, li êmkirina ajelên xwe heyirî ne.

Karmendê Şaredariya Erdexanê dibêje: “Berfa yekem bariya. Me dest bi paqijiya berfê kiriye. Zibil qediya, em niha jî berfê paqij dikin. Ev yekem berfa demsala zivistanê ye."

Ji şeva Sêşemê ve li Qersê jî barîna berfê destpê kiriye. Li navçeya wê ya Qamuşan derdora 15 santîmetre befir ketiye erdê.

Piştî barîna berfê ajeldar navçeyê di çerandina ajelên xwe de rûbirûyî zehmetiyan dibin, lê beşek ji xelkê navçeyê di wê bawerê de dîmenê zivistan û berfê  gelek li navçeya wan tê.

Welatî Fatîh Cengîz jî got: “Hêdî hêdî zivistan destpê dike. Em sibehê rabûn li Qamuşanê berf hebû. Qamuşanê bergê berfê li xwe kiriye. Zivistan gelek li Sarikamişê tê.”

Ji ber barîna berfê û mija zêde li ser rêya sereke ya Erzerom-Agirî  otomobîl  di çûn û hatinê de rûbirûyî zehmetiyan bûn.

Berfa ku li navçeya Tetwanê ya Bedlîsê bariyaye, li gola Krater a Nemrûdê dîmenên newaze derxistin holê.

Li gor Rêveberiya Keşnasiya Tirkiyê dê barîna berf û baranê ji şeva Çareşmê û şûnde li piraniya  parêzgehên Bakurê Kurdistanê bi dawî bibe û tê pêşbînîkirin ji  sibeha Pêncşemê û pêve  keşûhewa   li seranserê Bakurê Kurdistanê tavî û dembidem bi ewr  be.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst