Li Girê Mirazan yekem peykerê rengkirî hat dîtin

01-10-2023
RÛDAW
Nîşan Riha Girê Mirazan Girê Keçlê Peyker
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Girê Mirazan yê xwedi dîrokeke 12 hezar salî ku wek cihê destpêka dîrokê tê qebûlkirin peykerekî rengkirî hat dîtin.

Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê Wezareta Çand û Geştyariyê ya Tirkiyeyê ve hatiye dayîn, li parêzgeha Rihayê di encama xebatên kolanê yên li Girê Mirazan û Girê Keçlêyê de bemahiyên nû hatine dîtin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin li Girê Mirazan ku ji dîroka mirovahiyê re ronahiyek e, li 9 cihan xebatên kolanê yên şûnwarnasan berdewam in.

Wezaretê da zanîn herî dawî peykerên mirov û ajelan dîtine.

Li gor daxwiyaniya wezaretê, li Girê Mirazan di “Deriyê D”yê de peykerê berazekî ku ji kilsê hatiye çêkirin hatiye dîtin.

Peyker bi rengên sor, sipî û reş hatiye xemilandin ku tê wê wateyê ew peyker dibe yekem peyker be ku di dîroka mirovahiyê de hatiye rengkirin.

Herwiha li heman girî sembolek bi şiklê “H”yê hatiye dîtin ku wêneyên heyvê, du mar û rûyê sê mirovan li ser heye.

Li Girê Keçlêyê jî peykerê mirovekî hatiye dîtin.

Ew peyker 2-3 metreyan bilind e wekî kesek li ser çokan rûniştî be.

Wekî peykerê kesekî mirî be parsû û hestiyên ser milên wî jî diyar in.

Herwiha li derdora wî jî çend sênîkên ji kevir hatine çêkirin hebûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst