RIHA - Çi bi penîsê peyker hat?

02-10-2023
Nîşan Riha Girê Mirazan Penîs Sansûrkirin Jêkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Penîsê peykerê 12 hezar salî yê li Girê Mirazan, despêkê hat sansûrkirin û piştî dîmenên televîzyonê derket holê ku penîsê wî ne li cih e.

Sansûrkirina penîsê peyker û wendabûna wî bû rojev. 

Li gorî daxuyaniya Wezareta Çand û Geştyariyê ya Tirkiyeyê, li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê di encama xebatên kolanê yên li Girê Mirazan û Girê Keçlêyê de gelek berhamhiyên dîrokî ku 12 hezar salî ne hatibûn dîtin.

Peykerek bi rengên sor, spî û reş hatiye xemilandin ku tê wê wateyê “Dibe ew peyker yekem peyker be ku di dîroka mirovahiyê de hatiye rengkirin.”

Herwiha li heman girî sembolek bi şiklê “H”yê hatiye dîtin ku wêneyên heyvê, du maran û rûyê sê mirovan li serê heye.

Li Girê Keçlêyê jî peykerê mirovekî hatiye dîtin. Peyker 2-3 metreyan bilind e wekî kesek li ser çokan rûniştî be.

Wekî peykerê kesekî mirî be parsû û hestiyên ser milên wî jî diyar in.

Peykerê li Girê Keçlêyê hat sansûrkirin

Wezareta Çand û Geştyariyê ya Tirkiyeyê û gelek televîzyonan jî penîsê peyker sansûr kir.

Di dîmenên de beşa jorê ya peyker nehat nîşandan.

Dema Serokê Kolanên li Girê Mirazan Prof. Dr. Necmî  beşdarî TRT Haberê bû û dîmenên peyker ên li pişt wî bûn rojen.

Di dîmenan de xuya dikir ku penîsê peyker ne li cih e.

Di medyaya civakî de bertekên li hemberî vê mezin dibin.

Gelek kesan diyar kir ku ji bo televîzyon karibin weşanê bikin penîsê peyker hatiye jêkirin.

Li aliyê din, derbarê mijarê de ne wezaretê ne jî rayedaran heta niha daxuyaniyek nedaye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst