Vê carê jî li Şirnexê şewat!

23-06-2024
Nîşan Şirnex Şewat Hezex
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Hezexê ya Şirnexa Bakurê Kurdistanê şewatek heye û agir li 7 gundan belav dibe.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê (MA), li gundên Dûpîç, Xerabê Darik, Xirabê Rezê, Eleqemş, Kîwex, Zêwik û Eynserê yên Hezexê şewat derket.

Het niha sedema şewatê nayê zanîn û hewlên ji bo vemirandina êgir berdewam dikin.

Rêxistina Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) a Hezexê, tîmên agirkujiyê yên Cizîr û Silopiyayê û gundî midaxeleyî şewatê dikin.

Şewata ku berê sibehe derketiye li hinek deveran berdewam dike.

Li hêla din, ji ber ku li herêmê mayîn hatine çandin midaxeleyî şewata li gundê Xirabê Rezê yê li ser sînorê Bakur û Rojava nayê kirin.

Demên dawiyê li Bakurê Kurdistanê gelek şewat çêdibin û xisareke gelekî mezin digihe xelkê.

Şewata ku vê hefteyê li Amed û Mêrdînê derket bû sedema mirina 15 kesan û xisareke gelekî mezin a madî.

“Îsal tiştekî cuda heye”

Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun ragihand ku di nava 5 rojan de tenê li Amedê 350 şewat çêbûnê û got:

“Îsal tiştekî cuda heye, em lêkolînên xwe dikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst