Hewlêr (Rûdaw) - Di 3 rojên derbasbûyî de, 8 caran erdhej li qezaya Qesra Şîrîn a ser bi parêzgeha Kirmaşanê ya Rojhilatê Kurdistanê çê bûne. Ji wan erdhejan, 2 caran zêdetirî 4 pileyên rîxter bûye, yên din erdhejên lawaz bûne.
Rêveberê Karûbarên Erdhejê li Kirmaşanê ragihand, di çend rojên dahatî de jî dê erdhej li wê qezayê berdewam bin, lê metirsiyên mezin nînin.
Ferhad Fîrûzî got, “Qesra Şîrîn li ser hêla erdhejê ye, erdhejên berdewam jî enerjiya erdê betal dikin, lewra erdhejên gelekî bihêz çênabin.”
Bi gotina Fîrûzî, erdhejên derdora 4 pileyên Rîxter di çend rojên bê de jî dê berdewam bin û pişît çend rojên din dê rewş aram bibe.
Fîrûzî di heman demê de ragihand, li Qesra Şîrîn hezar 374 yekeyên nîştecîbûnê hene ku pêwîst e ewlehiyan wan bihê başkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse