Li Semsûr û Rihayê qeza: Kesek mir, 7 kes birîndar bûn

4 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Ankaragucu Riha Qezaya Trafîkê Bêsnî Semsûr Siwêreg
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Siwêregê ya Rihayê otomobîlek qulibî û di encamê de 2 jê zarok 7 kes birîndar bûn.

Li navçeya Bêsniyê ya Semsûrê jî welatiyek ji romorka traktorê ket û mir.

Li nêzîkî gundê Çîtlikê yê Siwêregê otomobîla bi plakaya 33 ALC 105 a ku Yakup B.yê 26 salî diajot ji rê derket û qulibî.

Di qezayê de şofêrê otomobîlê Yakup B. û kesên bi navên Muhemed, Zeyneb, Ceylan, Esra, Zeynep, û Ebrar birîndar bûn.

Birîndar ji aliyê tîmên tenduristiyê sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Siwêregê hatin kirin.

Hat zanîn ku rewşa tenduristiyê ya birîndaran baş e.

Li Semsûrê kesek ji romorka traktorê ket û mir

Li aliyê din li navçeya Bêsniyê ya Semsûrê jî welatiyek ji romorka traktorê ket û mir.

Hat zanîn ku Mustafa Akçayê ku ji ramoka traktorê de rûniştibû ji traktorê ketiye û miriye.

Tîmên tenduristiyê çûn cihê bûye û hat zanîn ku Mustafa Akça li cihê qezayê miriye.

Cenazeyê Mustafa Akça ji bo otopsiyê sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Bêsniyê hat kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst