YPJ îro encamên kongreya xwe ya li Hesekê aşkere dike

01-05-2022
RÛDAW
Nîşan Rojava Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) Heseke
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) baskê çekdarî yê jinan ê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ku hevdem beşek e ji Hêzên Sûriyeya Demokratîk (PYD) sêyemîn kongreya xwe li bajarê Hesekê dest pê kiriye û biryar e îro encamên kongreyê bên aşkerekirin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk HSDê ragihandiye ku, Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) sêyemîn kongreya xwe li bajarê Hesekê bi beşdarbûna 400 endaman lidar dixe.

Kongreya YPJê bi dirûşma "YPJ hêza misogeriya azadiya jin, parastina axê û têkbirina dagirkeriyê ye' roja Şembiyê li bajarê Hesekê li hola Çandî ya YPJê dest pê kir.

Karê kongireyê du rojan dirêj dike û tê de raporta salane ya karên YPJê û rewşa siyasî û rêxistinê dê bêne gotûbêjkirin, herwiha dê sererastkirin di peyrewa navxwe ya YPJê de bê kirin.

Li gor daxuyaniya HSDê 400 şervanên wan ji herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdarî kongreyê bûne.

Di roja destpêkê ya kongreyê de Endama Fermandariya Giştî ya YPJê Newroz Ehmed, li ser navê Kongra Star Lîlan Hesen, li ser navê HPC- Jin Zeyneb Efrîn, û herwiha dayika fermandar û damezrînera YPJê Jînda Ronahî, Hemdiye Kûtê axivîn.

Li gor medyaya nêzîk Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), di roja yekem a kongreyê de rewşa siyasî û leşkerî li ser asta cîhanê, Rojhilata Navîn, Sûriye û Kurdistanê hatin nirxandin.

Yekîneyên Parastina Gel (YPJ) di 4ê Nîsana 2013an de hate damezrandin.

Îro Yekşembî duyemîn roja kongreyê ye û biryar e kongre bi xwendina rapora salane ya kar û xebatên YPJê, nîqaşkirina rewşa rêxistinî û pêdeçûna di rêziknameyê de guhertina wê û ragihandina encaman bi dawî bibe.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst